Di 'Xizala Tewfûr Begê' de şêweya gotinê

Di 'Xizala Tewfûr Begê' de şêweya gotinê
Mijar û lehengên Xizala Tewfûr Begê
Çîrok, ji mijareke berîya çîrokê dest pê dike. Û ev çîrok ji lehengê bi navê Eloyê nêçîrvan dest pê dike. Weke dengbêjê nemir gotî: “Elo nêçîrvan bû.” Elo rojekî tê malê ku jina wî nexweşe û gundî hemû li derê mala wî kom bûne, lê derdê jina wî nizanin. Werhasil Elo pirs dike û jina wî dibêjê, sofîkê falan gotîyê heke tu goştê xizala nexwê tê pê vê dilêşê bimirê. Elo neçîrvanekê binav û deng e. Hema wê berêvarê dirahijê tivinga xweû dikevê çîyê, lê dibe şev nikarê nêçîra xezala bike. Di şikeftekî de sitirê. Piştî wextekî Pîrek tê şikefta wî û pişt ra fêhm dike ev pîr dixwazê wî bikujê, lê Elo zîrek e û ew Pîrê dikuje. Di demeke kin de du xort tên, dibêjin Elo bi me re were. Elo bi wan re diçe û fêhm dikê ku ev a kuştî jina Mîrê Cina Tewfûr Begê ye. Tewfûr Begê ji El ora dibêjê “jina te bi yar a”. Û dibêje mesela jina te û yarê wê ya te ya. Lê heke tu xwe negîhînê Şa Mihemed Begê Mîrê Cizîrê keça me Xizalê ya te bikujê. Ji ber ku ev panzdeh sal e hej Şa Mihemed Begê kirîyê, ser xatirê tu bûyî xulamê wî te nakujê. 
Elo bi vê hêrsê diçe malê, jina xwe û yarê wê dikujê. Diçe Cizîra Bota, dibe xulamê Şa Mihemed Begê Mîrê Cizîrê. Êdî piştî vê merheleyê Xizala Tewfûr Begê Elo nakujê û mijar tê ser evîna Keça Mîrê Cina Xizala Tewfûr Begê. Wexta ku Şa Mihemed Begê dixwazê bi domama xwe Eyşana Bêzar Begê re bizewice di roja dawetê de, Xizala Tewfûr Begê wî direvînê çîya Cudî. Lê wê dêre pê re dizewice. 
Heta roja amadekerîyan dawetê dengbêj çîrokê dibêje. Wexta dibê roja dawetê, hingî dengbêjê me dest kilamê dike û dibêje “Şarê Cizîrê Şarekî bi dar e. ..”

Lehengên Çîrokê
Çîrok di eslê xwe de trajedîyeke evînî ye. Sebebê vê trajedîyê jî Eloyê Nêçîrvan û jina xwe ne. Dengbêj navê jina Elo nabêje. Lê yek sebebê trajedîyê tekîlîya wê û yarê wê ye ku, Elo diçe çiyê û jina Tewfûr Begê Mîrê Cina dikuje. Mîrê Cina Tewfûr Begê, yek lehengê wekî mifteya çîrokê ye. Cinekî li ser soza xwe ya û rêya rast nîşanî Elo dike. Heta Elo tê Cizîrê Botan. Lêhengên sereke ev in: Elo, jina Elo, Mîrê Cina Tewfûr Begê. 
Dema Elo tê Cizîra Bota Şa Mihemed Begê derdikevê ser dikê. Her wiha Xizala Tewfûr Begê xuya dike êdî. Û lehenga herî fedakar domama Şa Mihemed Begê Eyşana Bêzar Begê di şeva dawetê de tê ser dikê. 
Di çîrokê de du trajedî hene. Ya ewil trajediya Eloyê Nêçîrvan e, ku tê xapandin û dibe qatilê jina mîrê cinan û pişt re dibe qatilê jina xwe jî. Trajediya din, Evîna Xizala Tewfûr Begê ye, ku hêrsa wê ya li hember xulamê mîr, Elo û ji ber vegera Şa Mihemed Begê ya li domama xwe, Xizalê dibe qatilê dilketiyê xwe. 
Şêweya vegotina çîrokê
Şêweya gotina dengbêjan, hema di derbekî de ji nava bûyerê dest pê dike. Dengbêj Silo Koro jî wisa dike. Hema derbekî de dibejê “Xortek hebû digotinê Elo. Elo nêçîrvan bû. Elo rokê çû nêçîrê, esrê hate malê, miqabilî gund ket. Meyzand alem li devê mala wî bûye kom.”. di vê gotinê de, teswîr û hereket, liv û tevgerên leheng bi hev re tên gotin. Dengbêj xwe hewceyî teswîrên dûr û dirêj nake. Heke jê re teswîrek lazim bû wê di nav liv û tevgera leheng de dide.
Dengbêj di gotina çîrokê de aliyê tu kesî nagirê û meseleyê bi şêweyeke objektîf li ber guhdaran radixe. Di beşa çîrokî da, tenê bi gotina “Meyza kû ew Pîra ji kîrê kûçka ew jî wê dirêjkirîya, li ber text dirêjkirîya, mirîya.” Terefê xwe belî dike. Lê wexta dengbêj dest bi kilamê dike, êdî trajediya Şa Mihemed Begê xwe li kilamê dipêçe. Bi gotina “Loy Bego loy bego loy bego Begê Ezîzîya”. Dikê ku dilê guhdaran bi Şa Mihemed Begê bişewite. Her wiha Keça Mîrê Cina Xizala Tewfûr Begê, wexta Şa Mihemed Begê direvînê Çîyayê Cûdî û jê dixwazê xulamê xwe Elo bikujê, dengbêj terefê xwe diyar dike û bersiva Şa Mihemed Begê wekî bertek nîşan dide: 
“Ahhêêêêêêêêê
Mi dî wê rojê Şa Mihemed Begê ba dikê wa Xizalê te ra fecara mi te ra 
Mala bavê şewitîyê îsal heft sal mina weka gurê çol û çîya ez digerim bi te ra
Ez bextê te û Xudê ma bes li me ka va hêncata va gotina ca van xebera
Heka de’wa sere Elo xulamê mi dikê, va serê mi bedela serê Elo xulamê mi ji te ra
Vêca wekê fecara mi wekê ez nahêlim kû bikevê tarîxa û ti dem û dewrana helebê Mîrê Bota serê xulamê xwa bi qurbana sere xwe kê
Loy Bego, loy Bego, Loy Bego, loy bego mi’b qurbana vî begê Ezîzîyano” 
Ango meranî û camêrîya Şa Mihemed Begê ji bo guhdaran rave dike.
Di beşa kilamî de dengbêj, çîrokê gelek caran wekî wî bi çavê xwe dîtibê vedibêje. Mînak; “Mi dî wê rojê Şa Mihemed Begê ba dikê wa Xizalê te ra fecara mi te ra“ û “Mi dî wê rojê Xizala Tewfûr Begê, xwiha Tahir Begê çi kirîya”. Bi vî awayî dengbêj dixwazê guhdarên wî bi çavên wî li çîrokê meyzênin. 
Teswîrên dengbêj di nava aksîyoneke bê ser û bin weke libên tizbîyan lê pey hev tên. Di qita ewil de wiha dibêje : 
“Lêêêêêêêêêêêêêêêêêêêê
Şarê Cizîrê şarekî bi dar e, Şarê Cizîrê şarekî bi dar a.
Daweta Şa Mihemed Begê Mîrekê Ezîza 
ji nav çavbelekên kurda Eyşana Bêzar Begê domama wî li dar a
Şarê Cizîrê şarekê bi bî ya, şarê Cizîrê Şarekî bi bî ya
Pire pira beyreqê sor û sipî ya “
Her wiha wexta teswîrên warê Xizala Tewfûr Begê dike, mirov dibêje qey ew war bi qasî qavekî ji mirov dûr in. Mîsal: 
“Xwidê xirabikî mala birazava zû j’devê dêrî vegerîya
Xizala Tewfûr Begê, xwiha Tahir Begê 
rabû ji Kepezê Bavê Telî Begê, Ji Gelîyê Evdal Begê, ji Tanîna Sindîya,
ji qûna Çîyayê Cûdî yê Şikefta Mûxlacîya hêjdeta hate devê dêrîya
Dengbêj herîkîna wext di nava stranê de gelekî balkêş gotîye. Guhdar nizanim çend rojan ev bûyer çêbûne, lê mefhuma wext nebê guhdar nikarin bala xwe bidin çîrokê. Dengbêj vê zanê di nava çîrokê herikîna wext bi dubarekirina hin gotin bi guhdaran dide hîskirin. Dii van gotinan de herîkîna demê tê xuyakirin. 
“Wê rojê ez ê bêjim çi bûya çi cirîya 
Ev roj çûye, vêca ev roja dî ya
……
Ev roj çûye, vêca ev roja dî ya, ev roj çûye, vêca ev roja dî ya
…..
Ev roj çûye, vêca ev roja dî ya, ev roj çûye, vêca ev roja dî ya
Û carina jî Dengbêj  dibêje “mi dî wê rojê..”  Ango her çiqas wext ne diyar be jî, di nava çîrokê de guhartina demê dibêje.
Serdestiya Lehengan
Ev çîrok û kilam ji çi demê gihaya dema me ez nizanim. Lê di çîrokê de bêhtir serdestiya jinan heye. Di beşa çîrokî de wexta Eloyê nêçîrvan tê malê, jina wî, Elo dixapîne rêdike nêçîra xizala û bi vê fenê deriyê trajediyê vedike. Wexta Elo li çîyê di şikeftê de ye, jina Mîrê Cina dixwaze Elo bikuje, lê Elo ji wê jêhatî û jîrtir e û Elo jina Mîrê Cina Tewfûr Begê dikuje. Ji ber tirsa Xizala Tewfûr Begê ku Elo qisasê dîya wê ye, ji ber direva, tê cem Mîrê Cizîra Bota û Xizala Tewfûr Begê wî nakuje.
Di orf û edetên kurdan de jin mêra narevînin, jin carinan pey mêra dikevin. Lê di çîroka Xizala Tewfûr Begê lehenga herî serdest Xizala Tewfûr Begê ye. Ji ber ku hê Şa Mihemed Begê di zikê dîya xwe da hej jê kirîye nahêle ji kesî re bibe yar. Xizala Tewfûr Begê, di şeva “çît û perda“ tê Cizîra Botan û Şa Mihemede Begê direvîne û li Çîyayê Cudî, di Şikefta Muxlacîya li xwe lê mehr dike. Dengbêj di beşa kilamî de vê bûyerê wiha dibêje: 
“Hêêêêêêêêêêêê
Mi dî wê rojê Xizala Tewfûr Begê, xwiha Tahir Begê çi kirîya
Bi destê Şa Mihemed Begê girtîya, ba Eyşana Bêzar Begê domama wî rakirîya 
Berê wî da Kepezê Bavê Têlî Begê, Gelîyê Evdal Begê, Tanîna Sindîya, Şikefta Muxlacîya danîya 
Wê yê bakirîya malakî û du feqhê cinîya wê şevê xwa li şa Mihemed Begê mehr kirîya..”
Wekî tê xuya kirin, wekî di nava civaka kurdan mêrek jinekî direvînê dereke din û pişt re li gorî şerîetê li ber destê mela -li vir mela û feqe jî cin in- li xwe mehr dike. Mehr kirin dîsa li ser mêr e. Lê bi tehdayîya Xizala Tewfûr Begê ev mehr çêdibe. 
Çîrok û kilam helbet ji mîtolojiya li ser Cinan derketiye, lê dengbêj heta jêhatiye di çarçova mentiqa mirovî de gotiye. Xizala Tewfûr Begê wekî di gelek çîrokên cinan de tê gotin cineka bi hêz û qeweta. Raste rast tehdayiyê li Şa Mihemed Begê dike û dibêje heke here cem jina xwe Eyşana Bêzar Begê yê wî bikuje. Lê Şa Mihemed Begê heft salan li serê çol û çiya bi Xizalê re bimînê jî, Xizalê bextewar nabe, ji ber ku zanê Mihemed Begê dixwazê vegerê welatê Cizîra Botan. Û di dawiyê de, destûra hatina Cizîrê didê lê bi du şertan: Divê Şa Mihemed Begê xulamê xwe Elo bikuje û divê neçê ser “çît û perdê” domama xwe Eyşana Bêzar Begê. Wexta Xizala Tewfûr Begê Şa Mihemed Begê li Cizîra Botan di deynê em êdî dizanin ku dema mirina Şa mihemed Begê hatiye. Ji ber ku, Şa Mihemed Begê kuştina xulamê xwe ji bo xwe bêrûmetî dibîne, çûyîna ser “çît û perde” jina xwe ya mehrkirî Eyşana Bêzar Begê jî pêk nayênê. Dengbêj vê rêya bêveger wiha vedibêje: 
“De loy Bego loy Bego, loo Bego, loy Bego loy bego
Vêca ev roj çûya ev roja dî ya 
Vêca ev roj çûya, ev roja dî ya 
Mi dî Xizala Tewfûr Begê keça mîrê cina xwiha Tahir Begê 
Rabû ji Kepezê Bavê Têlî Begê, ji Gelîyê Evdal Begê hate devê dêrîya
B’sê denga ba dikir: Wa Şa Mihemed Begê te kir sed cara bi min te kir
Min kir û nekir te bi ya min nekir, te serê Elo xulamê xwa jê nekir
Talî te çû li ber derîya Eyşana Bêzar Begê te miradê xwa kir
Wala bi ahda Xudê bê, ji niha heta nîv seatî, ew heyata şîrîn te’j lapê min xilas nekir
Lo Bego lo Bego loy Bego Beg tu kara begê Ezîzîyano “
Meseleya herî balkêş Şa Mihemed Begê Mîrê Cizîra Botan, kuştina ji destê jinekî wekî ku bê çare bê qebûl dike û haziriya mirina xwe dike. Dengbêj wiha dibêje: 
“Gava wilo gotîya, mi dî wê rojê dîsa Şa Mihemed Begê bakirîya
lê Eyşê lê Eyşê lê Eyşê lê Eyşê, min domamê lê Eyşê,
Eyşê rebenê lezga bilezîna Eyşê rebenê lê vêca lezga bilezîna
Ti beroşek av ji pismamê xwa re bikelîna, 
Mi go destek cilê Botay, weka dem û dewranê berê ji kuramê xwa ra bîna
Li dora min hera wera, bi gulk û x-gulabeka li ser noqa min da bi edlîna
Kopalekî kenêrî ji mi ra bîna, şimikê ji kuramê xwa ra darîna 
Ez ê derkevima ser banê Birca Bedê, Eyşê domamê gewrika dinyayê çiqa li ber çavê kuramê te şîrîna..” 
Û êdî dawiya çîrokê xuya dike. Wexta Şa Mihemed begê derdikeve serbanê qesrê, Xizala Tewfûr Begê tê pêşiya wî. Dengbêj di vir de dilê xwe bi Şa Mihemed begê dişewitîne. Wiha dibêje: 
“Mi dî wê rojê çibûya, çi cirîya,
 gava Şa Mihemed Begê di dêrenca da bi hewa ketîya
keta sê derenca, derenca sisîya, 
meyzand go ezê bêjim dîsa ez ê Xizala Tewfûr Begê pêşîya wî na rûniştîya 
A wî bala xwa dayê pêşîya wî na rûniştîya 
Mi dî Xizalê destê xwa da devê xwa beşişîya, kenîya
Mi dî wê rojê Xizalê serda hatîya, pihînek avêta Şa Mihemed Begê, 
mala mi şewitî ji begê min ra r’ih şêrîna xwa bi şebeka pola girtîya
Pihîna dî avetîya Şa Mihemed Begê, mirrên ji begê mi hatîya, ji bircê da ketîya
Gava zarên ji Şa Mihemed Begê hatîya,
qêrîn bi Eyşana Bêzar Begê ji domama wî ketîya..”
Piştî kuştina Şa Mihemed Begê, kilam dibe şîna ser Şa Mihemed Begê û xweşiktiya wî. Eyşana Bêzar Begê xwe davêjê ser meytê wî û wesfê çelengiya wî dide. 
Wekî encam, Ev çîrok cara ewil kê afirandîya ez nizanim, lê serdestî û hêza jinê her çiqas “Cin” jî be di ser ya mêra re ye. Jin dikare mêrekî û Mîrekî ji ber jina wî birevîne, xwe lê mehr bike û wexta mêr here cem jina xwe ya ewil jî, ew Jin ango Cin dikare bi pihînekî wî mêrî-mîrî bikuje. 
Dengbêj ji ber kiryarên Xizala Tewfûr Begê wê kêm nake, wê sûcdar nake. Çawa ku di civaka kurdan a feodal de jin wekî “namûsê” hatiye dîtin, Keça Mîrê Cina Xizala Tewfûr Begê Şa Mihemed begê wekî “namûsa” xwe dibîne û wî ji jina wî eslî re jî nake yar û wî dikuje.
Dengbêj Silo Koro vê trajediyê bi gotinên fesîh dixemîline û di nava çîrokê de aksiyoneke tijî teswîr vedibêje. Hem di beşa çîrokî de, hem jî di beşa kilamî de, tewswîran di nava aksiyonê dide. Guhdar ji dûvedirêjkirina çîrokê aciz nabin. Ji ber ku guhdarên çîrokê bi teswîrên rijî re mijûl nabin, li pey gotinên tijî liv û tevger, xwe di nava çîrokê de dibînin. Hêvî dikim, çîroknivîs, roman nivîs û derhênerên kurd ji vê şêwaya vegotinê bêhtir sûde bigirin.
Silo Koro mîrateyeke mezin li pey xwe hiştiye. Cihê wî bihuşt be.

Ji bo yên bixwazin guhdariya klamê bikin:
https://youtu.be/0TCh3KKNcYU

ÇAVKANÎ: DİYARNAME
IdeaSoft® | Akıllı E-Ticaret paketleri ile hazırlanmıştır.