Keçel,Sedat Yadîkar,çirokêm kurdi,çirokên mikse

0

Keçel

Çîrok: Keçel

Herem: Miks/Wan

Vebêj: Reşît gûrgîç

Berhevkar: Sedat Yadîkar

Careke caran rehmet li dê û bavê hazirê guhdaran.
Du mirov hebûne. Her du di yek rengê de ne lê yek şeytan e ku şiklê insan aniye xwe. Yê ji dil insan,insanekî belengaz bûye. Rabûye çûye mala xwe lê şeytan jî pê ketiye. Li derî daye jina wî derî vekiriye û dîtiye ku ji mêrê wê du hebin. Jinik şaş maye û gotiye ji we kîjan mêrê min e? Mêrê wê her çi qas bêjî ez im jî Jinik jê bawer nake û dibêje herin li qazî bila şer'a we bike û we ji hev veqetine. Her du dikevin rê diçin lê diçine cem kî û ku derê kesek çareyekî nabîne. Diçin devê çemekî dinihêrin çend rênçber,şivan,gavan devê çemî rûniştine. Yê gavan kesekî belengaz,reben û yekî keçel e. Keçel gazî Wan kiriye û gotiye ka bibêjin kî dîtiye du mirov di heman wicûd û rengî de, gelo ev çawaye? Yê mêrê jinikê gotiye hal mesele wiha ye. Keçel gotiye herin cem padişah bibêjinê ezê şer'a we bikim û ji vî halî xelas bikim.
Radibin diçin huzûra padişah dibêjin ciwanekî,qencekî wiha gotiye me. Padişah dibêje temam û du zilaman birê dike dibêje herin keçel bînin. Diçin keçel tînin. Padişah jê pirskiriye gotiye te di derheqê Wan her du zilaman de wiha gotiye ka bêje dê tu çawa ji hev veqetînî? Keçel gotiye padişahê min destûrê bide min ez çi  bikim bila kes tevlê min nebe. Padişah gotiye temam. Keçel radibe û dibêje emê heleqekî bi agir bînin û kî tê re derbas be ew xweyê xanî yê ji dil e. Heleq amade kirine û gotine mêrê jinikê tê re derbas be lê zilam ji agir tirsiyaye û nekariye derbas be. Dor hatiye şeytan. Şeytan e ma ji agir ditirse? Bi hêsanî û rehetî derbas dibe. Keçel diziviriye şeytanê xwe xistî şiklê mirov û jê re got min tu xapandî encax şeytan nav vî agir re derbas be. Piştî Wan gotinên Keçel şeytan girtine û kuştine. Padişah gelek keyfxweş dibe û dibêje keçel were bibe wezîrê min. Keçel dibêje padişahê min ez gavan im,golikê min hene hêj piçûk im 15 salî me ka tê gundî çi bibêjin. Padişah du zilam şandiye û gotiye herin şûna keçel gavanetiyê bikin. Dibêje keçel jî tu çi dixwazî bike heta tu bibî bist salî. Keçel gotiye ez dixwazim rênçberiyê bikim. Padişah dibêje temam hespeke min heye here wí xweyî bike. Keçel gotiye baş e padişahê min û çûye ber hespî. Sal û dem derbas dibe. Padişah piştî her inê diçe li keçel û eqil û fikir jê digire paşî vedigere qesrê. Wezîr û zilamên derdora padişah ji vî halî gelek aciz dibin û di nav xwe de pîlanekî çêdikin dibêjin emê keça padişah xapînin û bişînin li keçel û bêjine padişah jî keçel ketiye pê keça te niyeta wî heye ku keça te birevîne. Rê dikevin diçin qesrê. Wezîr diçe li cem keça padişah û dixapîne û keçik diçe li xaniyê keçel lê Êdî keçel mezin bûye por dirêj kiriye tenê navê "Keçel" jê re maye. Keça padişah dema keçel dibîne dil dikeftê. Tên ba hev û xeber didin. Lê wezîr çûye û gotiye padişah û ew jî rê ketiye hatiye dema Wan wisa dibîne dîn û har dibe. Dibêje min tu xweyî kirî anî vî temenî lê tu rabûyî ixanetî ji min re dikî û dibêje keçel bavêjin zîndanê sibe zû serê wî jê bikin. Keçel diben tavêjine zîndanê. Keça padişah gelek ditirse û diçe her tiştî ji diya xwe re dibêje. Dibêje wezîr ez xapandim ti sûncê keçel tune. Diya wê jî keçel nasdike û dizane ku keçel tiştekî wiha nake, ixanetê ji padişahê xwe nake. Radibe diçe li cem padişah û her tiştî jê re dibêje. Padişah dibêje herin keçel bînin û wezîr jî bigirin û serê wî jê kin. Serê wezîr jê dikin û keçel jî dikin wezîr. Dem tê padişah seh dike ku keça wî hez ji keçel dike keçel jî dilketiyê keça wî ye. Padişah jî bi daweteke heft roj û heft şevan Wan dizewicîne.



Yorum yap