Pepûk,ahmet aslan,çirokên kurdi,çirokên agiri

0

Pepûk

Çîrok: Pepûk

Herem: Agirî

Vebêj: Hecî Îsa

Berhevkar: Ahmet Aslan

Pepûk 

Carek ji caran rihmet li dê û bavê hazir û guhdaran.Hebû tûnebû pepûkek hebû rojekî kerengek dikeve lingê pepûkê û Pepûk pir jê aciz dibe dixwaze ku yek wê kerengê ji lingê derxe dibîne ku jinek li ber tenûrê nan dipêje tendûra wê pênakeve pepûk diçe cem jinikê ku kerengê ji pîyê wê derxîne pepûk dibêje tu ji kerema xwera wî kerengê ji pîyê min derxînî.Jinik kerengê ji pîyê pepûkê derdixe ji bo alîkariya jinikê gelek kêfxweş dibe jinik kerengê dişewitîne.Pepûk dibêje:yan tê kerenga min bidî min yan jî şeşe nan bidî min.Jinik şeşe nan dide pepûkê.Pepûk şeşe nan hildide û diçe rastî şivanekî tê dêhna xwe didê ku şivan ji ber tûnebûna nan bişkula hurê tasê dike.Pepûk tîne şeşe nan dide şivan dixwaze ku şivan bişkula nexwe nan bixwe.Pepûk nan dide şivan,şivan nan hemû dixwe û gelekî kêfxweş dibe ji bo alîkariya pepûkê.Pepûk dibêjê:tê yan nanê min bidî min yan jî mihekî bidî min.Şivan şûna nên mîhekî didê.Pepûk mîhe xwe hildide diçe rastî dawetekî tê dêhna xwe didê ku merivên li wir ji ber tûnebûna goşt kuçika şerjê dikin pepûk naxwaze ku ew goştê heram bixwen ji ber vê yekê pepûk wê mîhê dide dawetê dawetvan gelek kêfxweş dibin pepûk diçe dawet jî diqede.Pepûk dîsa tê ba dawetvana dibêje:yan hûn ê mîhamin bidin yan jî bûkê bidine min.Dawetvan serî ji pepûkê ra dernaxin bûkê didine pepûkê.Pepûk bûkê hildide diçe dêhna xwe dide ku zilamek li ser çiyayekî li bilûrê dixe.Kêfa pepûkê ji bilûrê ra tê.Pepûk dibêje zilam ha ji tera bûk tu bilûra xwe bide min.Zilam qebûl dike bilûrê dide pepûkê,pepûk jî bûkê didê.Pepûk bilûrê hildide diçe ser çiyayekî li bilûrê dixe 
Pupuk,pupuk,pupuk
-Kerengekî da şeşe nan
-Şeşe nan da mîhek 
-Mîhek da bûkek 
-Bûkek da bilûrek 
Pupuk,pupuk,pukuk



Yorum yap