Yeni
Ji Siwêrekê Heta Stockholmê (Bîranînên misyonerekî kurd)

Ji Siwêrekê Heta Stockholmê (Bîranînên misyonerekî kurd)

(0) Yorum - 0 Puan
Yazar
Stok Adedi
84 Adet
Stok Kodu
AVESTA0835
Stok Durumu
Stokta Var
Fiyat
250,00 TL + KDV
%27 indirim
250,00 TL
182,50 TL
Keya Îzol yek ji damezrênerên Federasyona Kurd li Swêdê ye. Di navbera salên 1981 û 2020an de, di serdemên cuda de 16 salan serokatiya Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê kiriye. Di nav wan salan de wek serokê Federasyonê di gelek bûyerên dîrokî yên wek kuştina Serokwezîrê Swêdê Olof Palme, Komkujiya Helebçe, kuştina du keçên kurd Pela û Fadîme ji ber sedemên namûsê, kuştina Wezîra Derve ya Swêdê Anna Lindh û gelek bûyerên din de roleke aktîf dilîze. Di gelek malperên kurdî de makaleyên wî yên bi zimanê kurdî hatine weşandin. Di çapemeniya Swêd de jî gelek makaleyên wî li rojnameya SVD, Expressen, Aftonbladet, ETC, Arbetaren de ha- tine weşandin. Gelek caran li ser pirsên siyasî û civakî derketiye televizyonên swêdî û kurdî. Keya Îzol di demên cuda de berpirsiyartiya fermî ya kovarên Armanc, Berbang, Hevî û Weşanxaneya Çanda Kurdî ya ku yekem car pirtûkên swêdî yên zarokan wergerand bo zimanê kurdî, kiriye. Keya Îzol li ser pirsa kurd sê tezên zanîngehê nivîsandine û bi navê “Dengê me paşeroja me ye” raporek derheq ”çanda namûsê” nivisiye. Îzol di heman demê de yek ji damezrênerê Konfederasyona Kurdên Dîaspora - DIAKURD e. 
Bîranînên Keya Îzol ne tenê qeyda 50-60 salên dawî ye, bala me dide bûyerên girîng û gelek xalên ku nayên zanîn, ronî dike.
“…Xeta sereke ya bîranînên min di rastiyê de du qonaxên giring ên jiyana min vedihewîne. Ya yekem salên zarokatiyê heya lîseyê, ya duyem jî piştî sala 1974an vir ve ye. Serdema duyemîn bi giranî behsa salên min ên xebata siyasî/demokratîk dike. Min xwest naveroka bûyerên giring ên herdu serdeman bên zanîn û tecrûbeyên ku di encama van bûyeran de hatine bidestxistin bi xwendevanê xwe re parve bikim. Bi taybetî jî xebatên kurdên dîasporayê pir giring e. Nemaze nifşên nû divê zanibe ev pêvajo çawa dest pê kir, ji kîjan merheleyan derbas bû, pêşketin û astengên wê demê çi bûn?”
Yayınevi : Avesta Yayınları
Sayfa Sayısı : 384
Basım Yılı : 2023
ISBN : 9786258383546
Bu ürüne ilk yorumu siz yapın!
Bu ürünün fiyat bilgisi, resim, ürün açıklamalarında ve diğer konularda yetersiz gördüğünüz noktaları öneri formunu kullanarak tarafımıza iletebilirsiniz.
Görüş ve önerileriniz için teşekkür ederiz.
Aaaaaa
Eyüp Emre Aydın | 19/05/2024
Başarılı
Mir Yıldırım | 27/04/2024
Gayet güzel bir sistem var kargo hızlı ve sağlam gelmişti
faruk yalçın | 13/02/2024
Site çok hızlı
N... E... | 28/12/2023
Aranan içerik, uygun fiyat, hızlı kargo. Teşekkürler.
Mustafa Koçlan | 19/12/2023
Güzel ve kullanışlı
F... a... | 17/12/2023
İlk defa ürün aldım. Çok beğendim. Kargolama,kitap-defter kalitesi çok iyiydi. Kullanmaya devam edeceğim.
Mizgin Karadağ | 15/12/2023
hebûna we wek kurdî xweş e
YUSUF FİGEN | 10/10/2023
Hebûna we wek Kurdî xweş e
YUSUF FİGEN | 10/10/2023
Ji Siwêrekê Heta Stockholmê (Bîranînên misyonerekî kurd) AVESTA0835
Ji Siwêrekê Heta Stockholmê (Bîranînên misyonerekî kurd)

Tavsiye Et

*
*
*
IdeaSoft® | Akıllı E-Ticaret paketleri ile hazırlanmıştır.