Kurdên Yarsan (Dîrok û Mîtolojî)
Shahab
Vali, di pêşgotina çapa kurmancî de dibeje: “Çavkaniyên ku bi piranî destxet in
û nehatine çapkirin, bingeha vê berhemê pêk tînin û berhevkirina wan di sala
1988an de li herêma Gûranê dest pê kir. Lêgerîn û berhevkirina van berheman
heta sala 2008an berdewam kir. Di vê pêvajoyê de analîzkirina van berheman bû
mijara xebatên min ên
master û doktorayê jî her wiha.
Encama lêkolînên ku min li ser kurdên yarsan
kirin, di sala 2011an de bi fransî wek pirtûk çap bû û ev çavkaniyên ku dikarin
wek bingehek ji bo çanda kurdan bêne hesibandin û heta wê demê nehatine zanîn,
cara ewil wek xebateke akademîk ji bo têkildaran hat pêşkêşkirin.
Berhema li ber destê we ji ya fransî cudatir e.
Ango, ji ber ku
muxatabê pirtûkê bêtir xwendevanên kurd in, hin
beş jê hatin derxistin û hin beşên nû li ser hatin zêdekirin.” Shahab
Vali di vê xebatê de kurdên yarsan, bîrûbaweriyeke nepenî a
Kurdistanê bi me dide naskirin; dîrok, bawerî û
mîtolojiya wan analiz
dike.
Yayınevi | : | Avesta Yayınları |
Sayfa Sayısı | : | 464 |
ISBN | : | 978-605-2246-00-9 |
Çevirmen | : | Sevda Orak Reşitoğlu |
Dil | : | Kürtçe |