Click Image for Gallery
Kurdnasê Sovyeta kevn, Celîlê Celîl, lêkolînên wî li ser dîrok, zargotin (folklor), lîteratora kurdî bi zimanên rûsî, ermenî, kurdî (kurmancî, soranî), erebî, tirkî û almanî derketine. Ew ji Êrîvanê (Komara Ermenistanê) warguhêzî Vîyanayê bûye û li wê li Akademîya Zanistî karê lêkolînên kurdnasîyê berdewam dike.
Pirtûka “13 rûpelên balkêş ji dîroka gelê kurd” li ser sêzdeh gotarên wî, yên ku dema berê bi zimanên rûsî, ermenî û kurdî çap bûne bingeh girtîye. Her gotarek li ser çavkanîyekê ava bûye. Bihayê vê berhevokê mezin e, ji ber ku li ber xwendevanan çavkanîyên nenas û balkêş vedibin. Bervedana wan ya zanistî hêjatîya pirtûkê hîn zêde dike.
Details | |
Publisher | Wardoz Yayınları |
Paper | 232 |
Language | Kurdish |
Basım Yılı | 2020 |
ISBN | 978-605-2003-21-3 |