Ev roman, çîroka Azadê sêwî yê Amûdî ye ku wî piştî pêkutiyên dewleteke
despot berê xwe daye Elmanyayê û li wir li kampekê bûye penaber. Azad, bi
wergirtina mafê rûniştinê re, wekî kar ji xwe re wergêriyê hildibijêre. Bi
baweriya wî, wergêrî pirek ava dike di navbera du însanan de.
Lê Azad ne wergêrê însanên halxweş e. Wekî wî bi sedan însan koçber bûne û li
perekî Elmanyayê rastî nexweşiyên derûnî hatine. Veguheztina derd û kulên mezin
ên van însanan ji bo derûnînas û rêveberên dewletê, her car hinekî din ji Azad
re dibe xem û barekî giran. Lê bi xêra vî karî em hem dibin şahidê êşên
koçberiyê, serpêhatiyên lehengên balkêş, trawmayên welatekî parçebûyî û hem jî
ji nêz ve em çîroka razên evîneke kevn nas dikin. Bi sehne û rewşên realîst re
99 Morîkên Belavbûyî hem romaneke panaromîk e û hem jî bi teferûatên hûr
çîroka karakterekî hûmanîst e. Çîroksaziya wê jî bi têra xwe bi hostayî hatiye
hûnandin
Details | |
Publisher | Peywend-Yayinlari |
Paper | 152 |
Language | Kurdish |
Basım Yılı | 2015 |
Category | Kürtçe-Roman-ve-Hikaye |