x
Bu site deneyimlerinizi kişiselleştirmek amacıyla KVKK ve GDPR uyarınca çerez(cookie) kullanmaktadır. Bu konu hakkında detaylı bilgi almak için tıklayın. Sitemizi kullanarak, çerezleri kullanmamızı kabul edersiniz.Anlaşıldı
400 TL ve üzeri siparişinize hediyemizi görmek için tıklayınız
-22 % Mehdiyê Kurd

Gotareke oldarên Êzidiyan û Xiristiyanan dibêje ku Xwedê razê xwe tenê ji kesê ku ji hemû ol û netewan re rêzdar e, vedike. Ev    wateyê, ku divê mirov pêşgo û mîtolojiya hemû gelan bigîhîne hev û bi hevdu re binirxîne. Tenê bi  awayî mirov  bikaribe rastiya pêşgo û mîtoloji- yan fêm bike. Lêgerînên bi vî rengî dikarin rastî an nerastiya pêşgoyên ku bi zanebûn hatine guhertin û yên bi navê hin kesayetên navdar hatine afirandin, serwext bibe.

Pêşiyên me yên pêşverû zanibûne ku bermayên wan  di demên pir dijwar û xeter re derbas bin, ji bo   xwezila xwe bi  Roja Pîroz ya ku bibe roja azadiya bermayên wan, anîne. Di heman demê de wan zanibûye ku rojekî ji rojan bermayên wan wê li ristemkarekî bigerin. Ji bo ku di rojên dijwar de gel bêbawerî û bêmoral nemîne, remildarên xemxur pêşgoyên xwe wek mîras ji bermayên xwe re hîştine. Ji bo ewlekariya xwe û ewlekariya Ristemkarê Pêşerojê, wan pêşgoyên xwe bi zimaneke veşartî, çîrokwarî û sembolî ragihandine.

Heta niha jî di bîra gelan de ye ku dema sê pîrên Zerdeştiyan ji Îrod re behsa jidayîkbûna Îsa dikin, Îrod şûna ku bi pêşgo û qedera ji jor ve hatiye diyarkirin kêfxweş bibe, biryar dide hemû zarokên kurîn ên bi temenê heta du salî, bên kuştin. Mezelên komî yên zarokên nûjidayîkbûyî ku van salên dawî hatine dîtin  bûyerê piştrast dikin. Ev ne nimûneyeke tekane ye. Di rewşeke wisa de zaniyar û remildar nikaribûn derbarê Ristemkar (Mehdî) de agahiyên zelaltir bidin. Ji xwe yek ji sedemên ku komkujî li ser oldarên Êzidiya û Zerdeştiya pêk hat, zanîna razê (sirê) derbarê hatina Ristemkarê cîhanê bû. Li gor destnîşana vê olê divê Ristemkar ji kurda derketiba. Bêguman ev yek ne li gor dilê neyarên gelê kurd bû.

Details
PublisherAram Yayınları
LanguageKurdish
Basım Yılı2021
ISBN9789758242450
CategoryKürt Mitolojileri

Write a review

Please login or register to review

Mehdiyê Kurd

Ücretsiz Kargo

250 TL Tutarında ürün alırsanız kargonuz ücretsiz olacaktır.
  • 55.00TL
  • 42.90TL
  • Ex Tax: 42.90TL
  • Price in reward points: 4320

Tags: Mehdiyê Kurd, A. Pirfat, aram yayınları, weşanên aram, A. Pirfat kitapları, kürtçe mitoloji kitapları, kürt mitolojisi, Kürt Mitolojileri