x
Bu site deneyimlerinizi kişiselleştirmek amacıyla KVKK ve GDPR uyarınca çerez(cookie) kullanmaktadır. Bu konu hakkında detaylı bilgi almak için tıklayın. Sitemizi kullanarak, çerezleri kullanmamızı kabul edersiniz.Anlaşıldı
300 TL üzeri siparişiniz için süpriz hediyemizi görmek için tıklayın
-27 % Avesta - Nivîsên Olî Yên Ariyan Ên Herî Kevnar (Bi Cîld)

Avesta, kitêba Zerdeşt û komberhema herî kevnar a gelê arî ya olî ye ku li gor hin çavkaniyan di destpêkê de ji bîst û yek neskan (beşan) pêk hatiye ku bi derbasbûna demê re û ji ber sedemên cuda, gelek beşên wê winda bûne û niha tenê ji şeş beşên bi navên Gehan, Yesne, Yeşt, Vendîdad, Vîspired û Kurte Avestayê pêk tê ku ji her yekê re defterek tê gotin. Peyva “Avesta”yê ku di berhemê bi xwe de derbas nebûye, ji pêşgira navdêrsaz a “A” û lêkera “Vîste” bi wateya naskirin, zanîn, peydakirin û peydabûnê (ku li gel peyva “Veda” (Vîd) pirtûka hindiyan a olî hevreh e) pêk tê. Bi giştî “Avesta” weke “agahîname” yan "zanînname" tê zanîn. Girîngiya Avestayê ji bo gelên arî û bi taybet kurdan ev e ku gelek bawerî, mîtolojî û çanda bav û kalên wan ên bi hezaran salan berî niha radixe ber çavan. Xebatên ku berî vê berhemê bi farisî û kurdî hatine kirin belawela ne û hemû beşên Avestayê bi hev re nehatine çapkirin, lê di vê xebatê de hemû beş (şeş defter) bi hev re hatine û her wiha di beşa pêşgotinê de bi awayekî berfireh û birêkûpêk agahiyên baş der heqê Avesta, Zerdeşt, taybetmendî û mijarên beşan û hwd hatine dayîn ku çarçoveyeke baş li bara mezdaperestiyê di mêjiyê lêkolîner û xwendevanan de çêdike.Dîsa di dawiya berhemê de ferhengek li bara peyv û biwêjên Avestayê hatiye nivîsandin.

Details
Paper552
LanguageKurdish
Basım Yılı2021
ISBN97862567253376
Ebat15 x 24
CategoryKürt Tarihi ve Araştırmaları Kitapları

Write a review

Please login or register to review

Avesta - Nivîsên Olî Yên Ariyan Ên Herî Kevnar (Bi Cîld)

Ücretsiz Kargo

Bu ürün tek başına ücretsiz kargo !

50 TL İndirim

500 TL üzeri alışverişlerde sepette anında 50 TL indirim. Kupon: İNDİRİM50

  • 450.00TL
  • 328.50TL
  • Ex Tax: 328.50TL
  • Price in reward points: 22800

Tags: Avesta, Celîl Dustxah, Avesta Yayınları, wesanen avesta