x
Bu site deneyimlerinizi kişiselleştirmek amacıyla KVKK ve GDPR uyarınca çerez(cookie) kullanmaktadır. Bu konu hakkında detaylı bilgi almak için tıklayın. Sitemizi kullanarak, çerezleri kullanmamızı kabul edersiniz.Anlaşıldı
400 TL ve üzeri siparişinize hediyemizi görmek için tıklayınız
-35 % Bajarê Mosîqarên Spî

Sal, 1998. Elî Şerefyarê nivîskarê naskirî yê Kurdistanê li balafirgeheke Amsterdamê rastî kesekî bi cilûbergên spî tê ku zerfeke bi nota û CDyên mosîqayan dide wî da ku li Kurdistanê radestî navnîşanekê bike. Li wê navnîşanê jê tê xwestin ku hikayeta Celadetê Kotirê mosîqarê zîrek lê bedbext binivîse. Hikayeta ku paşê dibe romanek û navê wê dibe Bajarê Mosîqarên Spî, bi çavê nivîskarê xwe û karakterê xwe tê vegêran. 

Bajarê Mosîqarên Spî, ya ku bi şêwazeke bançîrokî hatiye nivîsîn û tê de hêmanên postmoderniyê xuya dibin, berê me dide serdema nêzîk a mişt karesat li Başûrê Kurdistanê ji salên ‘60î heta salên ‘90î, nexasim salên di bin zext û desthilata Sedam Husên û Beesê de û ev bajarê mosîqaran di serdemeke wisa de tekane bajarê hemû bedewiyên ebedî ye ku xwe parastiye. 

Di vê romanê de sînorên rastî û xeyalê xumam dibin, bajar û dinyayine din hene ku sînorên bedewî/kirêtî û başî/xirabiyê tê de ji hev vediqetin û karakterên wê her yek ji efsûnekê dipekin efsûneke din. Mosîqarê ku balinde pê re difirin, efserê ku bêhna porteqalan jê tê, doktorê ku xerîkî muzexaneya xwe ya nihênî ye di bin erdê de da ku hemû tablo û peykerên bedew ên dinyayê lê bicivîne, sozaniya ku perperok li dora wê digerin…

Bajarê Mosîqarên Spî romanek e di awaza mosîqayeke hiznî hiznî de, tabloyek e di dirûvê rengekî spî spî de.

“Bajarê Mosîqarên Spî û şêniyên wê, di demeke ku civak ji wan bêpar e, hesreta xweşikbûnê, rastiyê, resentiyê, evînê û edaletê sembolîze dikin.” Haşim Ahmedzade

“Bajarê Mosîqarên Spî vê çavdêriyê tekez dike ku Bextiyar Elî dîmeneke neadetî ya nivîskariyê nîşan dide di edebiyata hevçerx de ku ti bazareke edebiyatê nekariye kuj, koşe û dînîtiyên vegêrana wî bixe qalibekî.” Stefan Weidner

Details
PublisherAvesta Yayınları
Paper712
LanguageKurdish
Basım Yılı2021
TranslatorŞehab Xalidî
ISBN9786257253871
CategoryKürtçe Roman ve Novel

Write a review

Please login or register to review

Bajarê Mosîqarên Spî

Ücretsiz Kargo

250 TL Tutarında ürün alırsanız kargonuz ücretsiz olacaktır.

40 TL İndirim

600 TL siparişinize 40 TL indirim. Sepetim sayfasında kullanabilirsiniz. Kupon: İNDİRİM40

  • 300.00TL
  • 195.00TL
  • Ex Tax: 195.00TL
  • Price in reward points: 14000

Tags: Bajarê Mosîqarên Spî, bextiyar eli, avesta yayınları, bextiyar eli kitapları, pirtuken bextiyar eli, romana kurdi