Click Image for Gallery
Di tarîxa nêzîk a kurdan de, gelek mele û alimên ku li medreseyan perwerde dîtine, di bizava kurdayetiyê de bi roleke girîng rabûne. Mele Evdilkerîm Ceyhan jî, di salên 1960-1970yî de bi ilm, karîzma û kurdperweriya xwe bûye îdolek. Hin kesan jê re gotiye “meleyê komunîst”, hinan jî gotiye “kurdçî.” Mele Evdilkerîm, di ti şert û mercî de ji kurdbûna xwe bi paş ve gav navêtiye û ev gotina wî ya navdar, wekî sembola welatperweriya wî ji nifşên din re maye: Bila Welat sax be!
Di vê kitêbê de dost, heval û hevriyên Mele Evdilkerîm Ceyhan, behsa wî dikin. Ev kitêba li ser Mele Evdilkerîm, ne tenê nasandina şexsekî ye, ji bo tarîxa nêzîk a tevgerên kurdperwer jî çavkaniyeke gelek muhîm e.
Details | |
Publisher | Avesta Yayınları |
Paper | 176 |
Baskı Sayısı | 1 |
Language | Kurdish |
Basım Yılı | 2023 |
ISBN | 9786258383393 |
Ebat | 13.5 x 21.5 cm |
Category | Anı Hatıra Günlük Mektup Kitapları |