Click Image for Gallery
Evîn di hemû dewr û dewranan de di hemû çand û civakan de yek ji hêmana xurt ya edebîyata devkî ye. Evîna Elîyê Qaloxa û Keça Ermenî Meryemaya xweşkok, bûyereke kevin e ku li derdora Wanê derbas bûye. Di stran, çîrok û destanan de jî cihekî taybet digire. Hêza vê evîna balkêş, bi rêzikên lawjeyan re hatiye heta roja me û nehatiye ji bîr kirin.
Îhsan Colemergî vê bûyera awarte bi zimanê xwe yê xweser û bi vegotineke herikbar vedibêje û mîna fîlmekî evînê heta dawî bi mirov dide temaşekirin. Colemergî, dema ku qala cenga di navbera Elîyê Qaloxa, metranê Dêra Extermanê Îsa û walîyê Wanê Hemîd Paşa dike, di ber re jî behsa erk û hebûna Kurdan, cîranê wan Ermenan û hin bûyerên wê deme jî dike.
Details | |
Publisher | Lis Yayınları |
Paper | 128 |
Baskı Sayısı | 1 |
Language | Kurdish |
Basım Yılı | 2023 |
ISBN | 9786257724661 |
Ebat | 12,5 x 20,5 |
Category | Kürtçe Roman ve Novel |