Şaristaniyên
ku li gerwêrka me hatine pêkanîn, di her dem û qada xwe de mohra jinê ragirtine.
Gava mirov bi taybetî û bi awayekî berfireh li çand û kelepora kurdan dinêre,
bi awayekî balkêş dibîne ku kurdan di dîroka xwe de rûmeteke pir mezin li jinên
xwe kiriye û di jiyana komelî de ew kirine xwedî roleke giranbiha û
qedirbilind.
Navên jinên ku di serdema antîk û ji berî wê demê de, di
nav kom û civakên kurdan de dihatin bikaranîn, navên yekkiteyî yên weke “zîn,
bes, raw, tum, zel, hen, zêz, zêw, meyr, kej, cûn, nar, gust, gar û hwd.” bûn
ku gelek ji van navan ên xwedawendan bûn. Her wiha di her dem û qada jiyanê de
mirov tesîra afirîneriya jinên kurd ku ew kelepor çavik bi çavik hunane dibîne…
Ev berhem tevahî ji gotinên pêşîyên kurdan
pêk tê ku li ser jinê hatine gotin. Mirov di vê berhemê de qedr û qîmeta ku
civaka kurdan daye jinê dibîne. Ev berhem berhemeke ku di deste her kesekî de
hebe.
Nivîskar hemû gotin şîrove kirine û çîrokên gelek
gotinan jî dane. Her wiha waryantên wan jî bi gotina esasî re hatine dayîn. Vê
yeke jî dewlemendiyeke cuda daye berhemê.
Details | |
Publisher | Sitav Yayınları |
Paper | 268 |
Language | Kurdî |
Basım Yılı | 2020 |
ISBN | 978-605-7920-76-8 |
Category | Edebiyat - Folklor - Zargotin |