x
Bu site deneyimlerinizi kişiselleştirmek amacıyla KVKK ve GDPR uyarınca çerez(cookie) kullanmaktadır. Bu konu hakkında detaylı bilgi almak için tıklayın. Sitemizi kullanarak, çerezleri kullanmamızı kabul edersiniz.Anlaşıldı
-32 % Komara Demokratîk a Kurdistanê (Mahabad)


    Komara Demokratîk a Kurdistanê, tevî ku ji heftê salan zêdetir dem di ser re derbas bûye jî wekî mijareke aktuel her tim di rojeva Kurdan de ye. Li gel vê rewşê jî agahîyên der bare wê de hê sererast nebûne û wekî çavkanî hê em diçin serî li çavkanîyên bîyanîyan didin. Ev berhem jî îtiraza vê rewşê ye. Li hemberî çewtî û hewldanên berevajîkirina rastîyan radibe û dibêje: Ez ê jî tiştekî bibêjim!

    Nivîskarê ku wekî ciwanekî çalak beşdarî vê pêvajoyê û pêvajoya piştî wê bûye, berî ku qala Komarê bike paşxaneya nêzîk vedibêje. Hem polîtîkayên dewleta Îranê û hem jî nerazîbûnên Kurdan ên li hemberî van polîtîkayan. Rewşa aborî, civakî û sîyasî a Îranê û Kurdistanê radixe ber çavan. Rêxistina JÊKAF’ê ku aktora sereke a vê pêvajoyê ye, damezirandina Partîya Demokrat a Kurdistanê, daxuyandina Komarê, kes û komên ku tê de cî digirin, kar û xebatên ku hatine kirin û ên ku nehatine kirin an jî demê têr nekiriye, qelsî û kêmasîyên ku bûne sedema têkçûnê…

    Taybetîyeke din a vê berhemê jî ew e ku nivîskar vegotineke req û rijî hilnebijartiye. Hinekî rewş bi rêya helbestan vegotiye. Bûyerên ku bandorê li jîyana gel a rojane dikin vedibêje.

    Ên ku dixwazin der bare Komara Demokratîk a Kurdistanê/Mahabadê de gotineke cuda bibihîzin, fermo vê pirtûkê bixwînin.


    Kurmancîya wê: Zîya Avci

    Details
    PublisherLis Yayınları
    Paper120
    LanguageKurdish
    Basım YılıKasım 2020
    TranslatorZiya Avci
    ISBN16046554881303
    CategoryKürt Tarihi ve Araştırmaları Kitapları

    Write a review

    Please login or register to review

    Komara Demokratîk a Kurdistanê (Mahabad)

    Ücretsiz Kargo

    75 TL Tutarında ürün alırsanız kargonuz ücretsiz olacaktır.
    • 25.00TL
    • 17.00TL
    • Ex Tax: 17.00TL
    • Price in reward points: 3000

    Tags: Komara Demokratîk a Kurdistanê (Mahabad), Kerîm Husamî, lis yayınları, Kerîm Husamî kitapları, weşanen lis, Zîya Avci