Çîroka Ehmedê
Hakariyan, ne tenê serpêhatîyên ciwanekê Colemêrgê ye, di heman demê de bi
vegotineke xas wêneyeke folklorîk ya wî cihî jî radixe ber çavên xwandekaran.
Nivîskar, serpêhatiyên
Ehmedê Hekariyan bi devê çîrokbêjekê dide neqlkirin. Ehmedê Hekariyan hêj
biçûk, dayîka wî dimire. Bavê wî di nav feqîrîyeke xedar de kurê xwe bi
şivantîyê xwedî dike. Lê piştî ku fahma dibe babê wî jî dimire û bi tena serê
xwe dimîne. Di temenê xwe yê biçûk de, ji bo mala ku lê dimînin şivantîya bavê
xwe berdewam dike lêbelê ji ber heqeret û biçûkxistinê neçar dimîne. Ev
bextreşîya wî, wî bi dinyayê têxe. Li pey karwanan dikeve û diçe welatên
bîyanî. Cihê ku diçê rastî jîyaneke nû tê û dikeve hêyîyê. Mixabin ev rehetîye
zêde berdewam nake û mecbûr dibe ku vegere Colemêrgê, lê di rê de aşût bi ser
de tê û termê wî biharê, piştî ku berf dihele tê dîtin. Ji alîyê gundîyan ve li
mexbera bêkesan tê binaxkirin.
Details | |
Publisher | Sitav Yayınları |
Paper | 432 |
Language | Kurdî |
Basım Yılı | 2020 |
ISBN | 9786057920973 |
Category | Kürtçe Roman ve Novel |