Antoine de Saint Exupêry bi berhema xwe ya nemir Mîrzayê Biçûk bêhtir tê naskirin; lê jiyana wî sînorên edebiyatê bezandiye û zilamê serborî û hengameyan e. Firîna Bi Şev di sala 1931ê Xelata Femîna wergirtiye û sala 1939ê de bo sînemayê hatiye qulibandin, ev kurteromana wî gelek bi bandor û xwedî şêwazeke taybet e. Exupêry, ezmûna xwe jî daye ber çavên xwe û daketiye nav dinyaya pîlotên bi şev li ezmanan difirin û di ezmanê Patagonya, Şîlî, Paraguay û Arjantînê posteyê digerînin vedibêje. Romana Firîna Bi Şev bi serpêhatiya şevekê xwe dide rê, têkoşîna mirov a bi xwezayê re, berxwedana wî ya dijî mirinê û ji bo bigihîje armanca xwe tiştên dide pêş çavên xwe bi destanî vedibêje.
Saint
Exupêry firînê yanî vê ezmûna ku “sembolên xwedayî yên wek şevê, rojê, çiya,
behrê û bagerê” li ber xwe diçemîne, bi zimanekî pehtî û rewan ji xwendeyan re
bi zar û zeban dike.
Details | |
Paper | 114 |
Language | Kurdish |
Basım Yılı | 2021 |
Translator | Omer Dılsoz |
ISBN | 9786057245548 |
Category | Kürtçe Çocuk Kitapları |
Category 2 | Kürtçe Çocuk Hikayeleri |