Li Dûr, romaneke ji Wêjeya Xortanîyê ye. Mine Soysal, digel têgihên wekhevî, dadwerî, xerîbî û jihevcihêtîyê, çîroka du xortên ku ji derdorên civakî yên dijî hev in, vedibêje. Soysal, temayên wekî ewlehîya di dema karkirinê de û heqê perwerdebûnê digel pêwendîyên malbatî û hogirîyê dixe navenda vegotina xwe. Roman, bi saya karakterên xwe yên zengîn û bi tevî honaksazîya xwe, berê xwe dide jîyarên ji hev cuda û digel çîrokên mirovan, ji Stenbolê heta bi Meletîyê guh dide ser bajarên cuda û bala me dibe ser awayê guherîn û veguherîna bajaran û pê re jî şopên teze yên qewamên borîrojê dixe bîran.
Nivîskar, bi pêdeçûn û vegotina xwe ya rewan û bi dîyalogên xwe yên rastîparêz, bala xwendevanên ji her temenî dibe ser xwe.
Details | |
Publisher | Cervantes Yayınları |
Paper | 226 |
Language | Kurdish |
Basım Yılı | 2022 |
Translator | Dilawer Zeraq |
ISBN | 16518407693667 |
Ebat | 13 x 19,5 |
Category | Kürtçe Roman ve Novel |