Mebest
ji berhevkirin û nivîsandina vê mijarê ew e, ku neviyên nû yên neteweya me der
barê kelepûrên herî girîng û kevnar ên neteweya xwe de xwediyê zanyariyên
puxteyî û rast bin.
Ev
agahî û zanîn, pişta xwe dide wan kesan, ku hestên wan ên neteweyî pirtir bin û
hewl bidin û bitêkoşin ji bo pêşxistina neteweya xwe, da ku ji hemû cîhanê re
biselimînin, ku ew zarokên layîq û jêhatî yên bav û bapîrên xwe ne, hewl
bidin sûdê ji ezmûna şaristaniya
raborîya pêşiyên xwe wergirin û dersan ji wan serberjêriyan derxin. Bêguman ew
zanist û felsefeya kevnar a bavanên me, bingeh û stûnên herî baş û herî bihêz
in, ji bo qedera avahiya civaka me ya neteweyî. Em çiqasî wê bingehê bihêztir û
qayîmtir bikin, siberoja me ronîtir û geştir dibe.
Berhema Zerdeşt
û Avesta û Felsefeya Yekxwedaperestiyê
der barê nijad û neteweya Zerdeşt, cih û war û dîroka jidayîkbûna wî li ber ronîya belgeyên
dîrokî agahiyên berfereh radigihîne.
Ev berhem bi
awayekî berfereh mijarên weke binemala Zerdeşt û peyrewên wî, wateya peyva zerdeşt, dîrok
û serdema derketina Zerdeş, fikir û nêrînên Zerdeşt,
sedama nezanîna jidayîkbûna Zerdeşt, warê jidayîkbûn û kurteyek ji jiyana
Zerdeşt, aramgeha Zerdeşt, fikir û
ramanên Zerdeşt, nêrînên zanayan ên der
barê Zerdeşt de, felsefeya Ola
Zerdeştî, jiyan ji venêrîngeha Zerdeşt
ve, başî û xerabî, diyalektîka rewan û
raman di baweriya zerdeşt de,
yekxwedaperestî û Ola Zerdeştî,
Ahûra Mezda, bandora Ola Zerdeştî li ser olên din ên
yekxwedaperestî, di Ola Zerdeştiyê de firîşte, yezd, pirtûka Avesta û şerha wê , raborî û çîroka Avestayê, der barê Ola Zerdeştıyê de zanyariyên giştî
li xwe digre.
Ev behrema ku bi xebateke lêkolînerî ya bîst salan a
ji aliyê Ferhad Ebdulhemîd Palewan ve hatiye amadekirin, ji bo ronîkirina
mîrasên kurdî û Ola Zerdeştîyê gelek dewlemend e û ji bo her xwînerekî
kurd deriyekî agahiyê ye.
Bi kurtî ji bo ku mirov ji
her hêlê ve Zerdeştiyê nas bike berhemeke bêhempa ye.
Details | |
Publisher | Sitav Yayınları |
Paper | 634 |
Language | Kurdî |
Basım Yılı | Rêbendan 2021 |
ISBN | 978-6257734110 |
Category | Yezidilik - Zerdüştlük |