Click Image for Gallery
Di vê pirtûka da 11 xebroşkên
herêma Qerecdaxê hene. Hefhinarê, Goşto, Abûzêdê Binîhilalyan û Zilfîye Xanim
hin ji wan xebroşkan in ku di vê pirtûkê da bi cih bûne. Zarbêj Meta Şemsê, li
wê herêmê bi nav û deng e. Mehpûs Serhedî, ev 4-5 sal in li bal Meta Şemsê ye û
gelek tiştên wê qeyd kirine. Ekla zimanê wê, xemla xebroşkên wê mirovan dikin
mêvanên ode û civatan.
Xulamê neyarê paşa tên, dîsa jê ra
dibêji:
“Paşayê me gotîyi yan xûktî yan qîz
û yan jî herb?”
Hema ew her du sûwar ji cî radibin
dibê:
17
“Ji pira pir ji hindika hindik,
hema herb û herb!”
Xulam radibi diçin merselê ji paşê
xwu ra dibêji.
Paşa dibê:
“Wisa?”
Dibê:
“Wele, wisa.”
Details | |
Paper | 120 |
Language | Kurdish |
Basım Yılı | 2020 |
ISBN | 978-605-2003-22-0 |
Ebat | 13,5*21 |
Category | Edebiyat - Folklor - Zargotin |