-27 % Barê Şevê
  • Rustemê Zal, Şêrko û Dara ji mêj ve ji dinyayê bar kiribûn. Dijwariya jiyana li Ewropayê û bedbextiya wan ew yekser şandibûn warê fena û nebûnê. Kurdistan jî, wek berê, welatê karwanên mezin û talanên mezintir bû. Wek herdem, kurdan pişta xwe didan derd û birînan û berên xwe ber bi bajarên windabûnê ve dikirin. Rêberan hîna bi leşkerên dagîrker re kar dikir û gundî û bajarî bi gemî û bi kamyonên tije diavêtin ser çav û wijdana Ewropayê. Ew ji berê bêhtir li ser motorên dunig an di otomobîlan de digeriyan û wan tezbîhên xewnan li ber dilê belengazan dikişandin. Wan bajarên Ewropayê li ber çavbirçiyan dikirin bihuşt û qesra Elî çardeh derî û xêra Xwedê. Li gora gotinên wan, li Rojavayê, xewnên herî dûrî aqilan bi hêsanî dibûn rastiyên ber çavan. Pir kesan ji wan bawer dikir û weha jî ew wek cîqên salên berfa pir bi hezaran diketin daf û xefikan. Wan teşiya çîrokên koçberî û dûrîtiyê hema badidan û dastanên êş û xewnan hema dubare dikirin.

    Piştî Amîdabad û Parîsabadê di romana xwe ya nû Barê Şevê de Fawaz Husên dide dû çar kurdên ku welatê xwe bi paş xwe ve dihêlin û ji bo xewnekê tên li deriyên Ewropayê didin. Di spêda rojeke payîzî de, her çar leheng bi hev re digihîjin Parîsê lê wek ku peyveke rîhspiyan dibêje, hesabê bazarê û yê malê tucarî wek hev dernakevin.

Details
PublisherAvesta-Yayınları
Paper136
LanguageKurdish
Category Kürtçe-Roman-ve-Hikayeler

Write a review

Please login or register to review

Barê Şevê

Ücretsiz Kargo

75 TL Tutarında ürün alırsanız kargonuz ücretsiz olacaktır.

Kampanya (1-31 Temmuz)

3. kürtçe çocuk fuarı

  • Views: 156

  • 78Quantity Sold
  • Yayınevi:
  • Satıcı: Pirtukakurdi
  • Urun Durumu:Sıfır
  • ISBN:978-605-5279-
  • Kategori
  • Product Code: AVESTA0331
  • Reward Points: 30
  • Availability: In Stock
  • 15.00TL
  • 10.95TL
  • Ex Tax: 10.95TL
  • Price in reward points: 1800

Tags: Barê Şevê, Avesta Yayınları, Fawaz Husên, Fawaz Husênin kitapları,

Loading...