-25 % Baxê Îrem

Latînîzekirin û amadekar: M. Zahir Ertekin


Baxê Îrem 34 şairên kurdî-kurmancî yên klasîk ên nû dide nasîn û ji şi’rên wan nimûneyan berpêş dike. Her wiha çend helbestên xwedînenas jî di nava rûpelên xwe de dihewîne. Em bi vê berhemê haydar dibin ku 34 şairên klasîk ên kurmancî li lîsteya şairên klasîk ên kurmanc zêde bûne. Heta niha belkî li tu derê ev şai’r nedihatine zanîn. Bi vê pirtûkê xuya ye ku wê rewş û dîroka edebîyat kurdî ya kurmancî bête gorîn. Lewra berê, me dizanî ku piştî Eliyê Herîrî yekem helbestvanê kurdîya kurmancî Melayê Cizîrî ye. Lê piştî vê xebata hêja em dibînin ku Mela Mehmûdê ku bi nasnavê Hemîdî tête zanîn, beriya Melayê Cizîrî helbest nivîsîye. 


Helbestvanên ku di vê berhemê de cih girtine ev in:

Mela Mehmûd (Hemîdî), Mîr ‘Îmaduddînê Hekkarî (Sebûrî), Mela Remezanê Ebbasî, Lexer, Axayokê Bêdarî, Sadiqê Amêdî, Muradxanê Bayezîdî û Macin, Mun’imî, Ze’îfî, Mela Husên, Nesîmî, Hacî, Sewdayî, Cudayî, Mîna, Qani, Biharî, Bazelî, Ehmedê Katibê Qubad Begê, Derdî, Mela Îbrahîmê Katûnî, Muhemmed Teyyar Paşa (Xerîbî), Xiyasî, Mela Mihemedê Pîzanî, Mihemedê Qoşlî,Yûsifê Terxan, Şêx ‘Ebdulqadirê Xanî, Ebdullahê Mexribî,Durefşanî, Mela Meqsûd (Esamî), Taha, Mela Mihemedê Soçî yê Baneyî, Sibxetullah, Mela Muhemmedê Xanî (Şewqî)


Details
PublisherDara Yayınları
Paper278
LanguageKurdish
Basım Yılı2020
PreparedM. Zahir Ertekin
ISBN978-605-69995-0-5
RedeksiyonEhmed Seyarî, Müslih Sezer
Ebat13.5*21
CategoryKürtçe Divan ve Klasikler

Write a review

Please login or register to review

Baxê Îrem

Ücretsiz Kargo

75 TL Tutarında ürün alırsanız kargonuz ücretsiz olacaktır.

Kampanya (1-31 Temmuz)

3. kürtçe çocuk fuarı

  • 34.00TL
  • 25.50TL
  • Ex Tax: 25.50TL
  • Price in reward points: 4080

Tags: Baxe İrem, Tehsîn ibrahim Doski, dara yayınları, weşanen dara, kürtçe şiir kitabı, zahir ertekin, kürtçe klasik, klasiken kurdi, Ehmed Seyarî, Müslih Sezer

Loading...