-30 % Baxek Ji Folklora Kurdî -ji Derdora Mêrdîn

'Baxek Ji Folklora Kurdî- Ji derdora Mêrdîn' ; ev xebat li ser folklora kurdî kurmancî bûye gavek din. Wekî tê zanîn berhema Çiya Mazî bi navê 'Ferhenga Gotinên Pêşiyan' ku ji 500 rûpelî pêk dihat di sala 2005'an de hatibû çapkirin. Heman ferheng li Duhokê bi tîpên kurmanciya jêrîn jî hatibû çapkirin. Berhema folkorê ya Çiya Mazî ya duyemîn 'Baxek Ji Folklora Kurdî- Ji Derdora Mêrdîn', ji şeş beşan pêk tê, her beşek wekî pirtûkekê hatiye binavkirin û her beşek li ser babetek folklorê ye, wekî; Dûrikên dawet û bûkan, Destanên dengbêjan, Ferhenga biwêjan, Ferhenga peyvên absurd, Ferhenga pîşekariyê, Gotinên pêşiyan, Gotinên xweş û pêkenokên derdora Mêrdînê ne. Ev berhevdeyên folklorê yên derdora Mêrdîn; Qoser û Beriya Mêrdîn, Şemrex û Metînan, Dêrik û Çiyayê Mazî, Mêrdîn û Surguciyan  û yên Nisêbînê ne. Bi dehan dûrikên bûkan yên ku tenê li derdora Şemrex û Dêrikê ji alî jinan ve tên gotin ji alî Çiya Mazî ve hatine şîrovekirin û tê gotin "ku ev 'dûrik' wekî derbirîna ramanê û rexneya jinan li civakê û aliyên bûk û zaveyê ne."

"Defa me defa heyatê

 Def giran e bi teqla tê

Xalê bûkê ne tiştek e

Ji me dixwaze devança xelatê"

Di beşên din de jî, gelek biwêj hatine ravekirin, gellek gotinên pêşiyan yên derdora Mêrdînê hatine rêzkirin. Pêkenokên derdora Mêrdîn yên herêma Surguciyan û Şemrexê cîh digirin. Di beşa destanan de jî; destana Teyarê Qereçolî, Elê Melê û Gulîzera Kurdan, Zeynebê û Reşît Paşa wekî 3 destanên ku ji devê dengbêj Fadilê Kufragî hatine girtin ku li herêmê demên berê bi bandor bûne û hê jî ji alî dengbêjan ve tên gotin in. Du beşên din ku balkêş in henin; Ferhenga absurd û Ferhengokên pîşekariyê. Di Ferhenga absurd de peyvên kurdî-kurmancî ku bi piranî di ferhengan de cîh nagirin hatine ravekirin. Wekî: Bolvir, Tiredîn, Tiroviro, şirpînî, şîrşîr, pistpist, çîk, çîko, ogê, togê, malneket, kerratî, incolê, gêjomêjo. Peyvên ku qertaf girtine û bûne tiştekî din, gelekên wan di vê ferhengokê de cîh digirin. Di ferhengoka pîşekariyê de; peyvên di pişeyên xanî avahî, şivanî gavanî, paleyî cotkarî, rez û mahsereyan de tê bikaranîn wekî; sîtil, kox, kungî, matûrke, bernig, bixur, revoke, kerî, qefle, gidîş, şixre, mexel, mijane, mêlav, ber, berteng, kurîşk û bi sedan peyvên din hatine ravekirin ji alî Çiya Mazî ve.       
    Details
    PublisherBerbang-Yayinlari
    Paper384
    LanguageKurdish
    CategoryEdebiyat-Folklor-Zargotin

    Write a review

    Please login or register to review

    Baxek Ji Folklora Kurdî -ji Derdora Mêrdîn

    Ücretsiz Kargo

    75 TL Tutarında ürün alırsanız kargonuz ücretsiz olacaktır.
    • 25.00TL
    • 17.50TL
    • Ex Tax: 17.50TL
    • Price in reward points: 3000

    Tags: Baxek Ji Folklora Kurdî -ji Derdora Mêrdîn, Çiya Mazi, Berbang Yayınları,

    Loading...