-25 % Beyana Xwarinan û Zewqên Wan

  • Amadekar: Mela Birhanê Tarînî
  • Ev destxeta ku çîroka peydabûna wê jî bi qasî wê balkêş e, wisa diyar e di warê cureyê xwe de (simatiye) berhemeke tekane ya edebiyata kurdî ya klasîk e. Menzûme aîdî sedsala 19an e û bi şêweya mesnewiyê hatiye nivîsîn. Di nav 186 beytên wê de navê 130 xwarinên cur bi cur derbas dibin ku hinek jê îro hatine jibîrkirin û hinek jê jî bi navê xwe re heta îro hatine. Balkêş e ku ev xwarin, li gor cure û cinsên wan, çêkirin û çêja wan, bi awayekî binyadî hatine rêzkirin. Belê beriya her tiştî metneke helbestê ye, lê di heman demê de belgeyeke antropolojîk û dîrokî ye jî. Lewma xelasbûna wê ya ji ber xezeba dîroka vê cografyayê, payeya textual survival bexşî wê dike.

    Tu behsê ji patîleê qenc bike
    Çi reng tête xwarin zebanî veke

    Digel rûnê teze we toraqa pak 
    Bi zehter welê qenc tenik be jî çak

    Eger bête pehtin bi sêlê bixwu
    We ger bi firinê ye esla mexwu

    Hevîr e hevîr e hevîr e hevîr
    Tu guh dêre vê bendê min ey emîr

Details
PublisherPeywend-Yayınları
LanguageKurdish
CategoryYemek-Mutfak

Write a review

Please login or register to review

Beyana Xwarinan û Zewqên Wan

Ücretsiz Kargo

75 TL Tutarında ürün alırsanız kargonuz ücretsiz olacaktır.
  • 15.00TL
  • 11.25TL
  • Ex Tax: 11.25TL
  • Price in reward points: 1680

Tags: Beyana Xwarinan û Zewqên Wan, Şêx Mûhyedînê Hênî, Peywend Yayınları,

Loading...