-35 % Bîr

- Paşê singa te bûbû kevir û çemek jê herikîbû.

- Ma çem diherikin ji keviran?

- Belê ezbenî diherikin, ma tu dengan nabînî, rengan nabihîzî?

Bîr, romana rêwîtîyekê ye, rêwîtîyeke derûnî ya ku xwe dispêre efsaneyên kevir û çemên zarotîyê; ya ku êdî ne pêkan e bi gilî û gotinên minêkar li xwedîyê xwe yê ku hiş û bîra wî bi heman kevirên şayîk hatiye pincirîn û di heman çemên şêlo de noq bûye. Xwesteka wî nexêr, ne azadî ye, ne jî kêfarat, gava ber bi cî û warê bav û kalan, li xewn û xeyalên ku li binfêza Girê Êlim ê efsûnî govendeke bêdeng digerînin, li dem û kêlîk û çirkeyên nayveger, bi rê dikeve jî, hew gotinek li ser zimanê wî ye: ‘Rê’ ye ew, wekî Murathan Mungan jî gotî; Te dî dûrî, pêşîkê di hûndirê mirovî de li hev dihêwire; ya piştî wê her bi tenê rê ye. 

 Şener Özmen


Ji naverokê bêtir şêweya romanê balê dikşîne, bi vê hêlê xwe çawa mûzîk xwerû şêwe be ev roman jî bi vê terza xwe ku dişîbe helbestê, ji helbestê wêdetir çûye xwe nêzî mûzîkê kiriye. Ji bo wê şêweyê jî hilbijartina mekanan girîng e, wek mînak cam (neynik) pirr kêrhatî ye. Monologa navxweyî bi camê hatiye xurtkirin. Muzika monologî ne ji hoparlorê ji neynikê xwe der dide. Çawa ku zarokek ji dayik dibe derûniya xwe bi "neynika xwe" saz dike, di vê romanê de leheng berê vegotina xwe daye neynikê, ango riya vegotina xwe di ser neynikê re derbas kiriye. 

Ferzan Şêr


Nîşe: Ev pirtûk di Xelata Wêjeyê ya Ehmedê Xanî ya 2018an de di cureya romanê de bû yekemîn

Details
PublisherDara-Yayınları
Paper120
LanguageKurdish
Basım Yılı2018
EditorDavut Yeşilmen
ISBN978-605-68620-9-0
Ebat13.5*21
CategoryKürtçe-Roman-ve-Hikaye
Category 2Ödüllü-Kitaplar

Write a review

Please login or register to review

Bîr

Ücretsiz Kargo

75 TL Tutarında ürün alırsanız kargonuz ücretsiz olacaktır.
  • 17.00TL
  • 11.05TL
  • Ex Tax: 11.05TL
  • Price in reward points: 2040
Loading...