-23 % Çar Leheng

Di pirtûkoka "Çar Leheng" de, Apê me Osman Sebrî bi zimanekî rewan û berdil behsa lehengîya çend mêrxasên Kurd dike ku serî li hemberî sitemkarî û zordarîya dewleta Tirk hildaye û navên xwe bi tîpên zêrîn di deftera niştimanperwerîya Kurdistanê de nivîsandine.

Ji Ferzendeyê xweşmêr bigire ku wekî siwarekî çak ê Serîhildana Agirîyê tê naskirin û cihê bawerîya fermandarê Kurd Îhsan Nûrî Paşa bû, heta bi Seyîdxan, Silêman Axa, Mistefa û Remezanê ku bi tena serê xwe li hemberî du alayîyên dijmin şer kir û nêzî heftê leşker kuştin û birîndar kirin. Lehengê dawî jî Adil Beg e ku rûmeta xwe li pêşberî mifrezeya leşkeran neşikand û bêbavîya efserê Tirk danequrtand û ew û mifrezeya wî di xwînê de vegevizandin.

Apê me Osman Sebrî ku bi xwe xweşmêrekî Kurd ê welatperwer e û salên jîyana xwe bi temamî di nav zindan, jankêşî û derbiderîyê de derbas kirine; bi pênûsa xwe ya tûj pesinê qehremanîya Kurdistanîyên duh dike ku meydana Kurdperwerîyê tu carî ji wan xalî nebûye


Details
PublisherLis-Yayinlari
Paper97
LanguageKurdish
Basım Yılı2016
CategoryKürtçe-Roman-ve-Hikaye

Write a review

Please login or register to review

Çar Leheng

Ücretsiz Kargo

60 TL Tutarında ürün alırsanız kargonuz ücretsiz olacaktır.
  • 16.00TL
  • 12.32TL
  • Ex Tax: 12.32TL
  • Price in reward points: 1800

Tags: Şerên SasÇar Leheng, Lis Yayınları, osman sebri, weşanen lis, pirtukxaneya ehmedê xani,

Loading...