Hüsniye Aydın, par di warê berhevkarîyê de berhemeke hêja bi navê Kilamên Dêrsimê li folklora Kurdî zêde kiribû. Berhevkara hêja vê carê bi hevokên xwe, bi zimanê xwe ê herikbar û herêmî xwezaya devoka bajarê xwe parastiye û ev berhema hêja nivîsîye. Aydin di vê berhemê de, di ser serpêhatî û berdeborînên bapîrê xwe re behsa civat û cimaeta xwe û behsa henek û pêkenokên wan ên xwezayî dike.
Dêrsim cîyekî pir girîng û xweş e. Bi erdnîgarîya xwe û bi xwezaya xwe a bê hempa meriv mest dike. Nivîskar ji bajarê xwe, ji çanda xwe pir hez dike. Aydın bi zimanê xwe yî herikbar û rojane ku gel pê diaxive, hemû xweşî û başîyên herêma Dêrsimê rave dike. Bapîrê wê Mistê Awês û dapîra wê Îpegê hezkirîyên gundîyên wê ne. Û ew di vê pirtûkê de ji me re qala hemû xweşî û taybetîyên wan ên gundewarî û însanî dike. Dibe ku ev berhem telîf be lê bi devoka xwe û bi çîrokên xwe, di tama berhemeke folklorîk de ye.
Details | |
Publisher | Lîs-Yayınları |
Language | Kurdish |
ISBN | 978-605-81521-3-7 |
Category | Edebiyat-Folklor-Zargotin |