x
Bu site deneyimlerinizi kişiselleştirmek amacıyla KVKK ve GDPR uyarınca çerez(cookie) kullanmaktadır. Bu konu hakkında detaylı bilgi almak için tıklayın. Sitemizi kullanarak, çerezleri kullanmamızı kabul edersiniz.Anlaşıldı
400 TL ve üzeri siparişinize hediyemizi görmek için tıklayınız
-25 % Çîrokên Semedê Bêhrengî - I

Di nivîsên Bêhrengî de;

Di çîroka Masîreşê Biçûk de hîm û nirxên herî sereke; azadî, meraq, xwesazkirin û serfirazî ne. Mamoste Bêhrengî van hemû hîm û nirxan bi çavê Masîreşa Biçûk nîşan dide û Masîsor dide dû rêça azadîxwaziya Masîreşa Biçûk.

Serboriya Kuliyeke Berfê her çiqas çîrokeke kurt be jî wateya wî ji bo zarokan gelek girîng e. Lewra di vê çîrokê de em dibînin ku kuliyeke berfê ya biçûk jî naxwaze nêzîkê zarokên xirab bibe. Siruşt bixwe jî ji xirabiyê direve...

Xoxek û Hezar Xox hesasiyeta dar û siruştê nîşanê me dide. Armanc û daxwaza mamoste Bêhrengî ev e ku em çiqas hizir nekin jî siruşt candar e û jiyana mirovan li ser vê siruştê bi tesîr e...

Di çîroka Du Pisîkên Li Ser Dîwarê de nivîskar dixwaze bi me bide zanîn ku nakokî û dijberî bikeve nava kes, kom an jî rêxistinan her du alî jî têk diçin û zirarê dibînin. Divê ji bo berjewendiyên xwe mirov û rêxistin nakokiyên xwe daînin aliyekî heta ku bigihîjin miradê xwe.

Di çîroka Bîst û Çar Saetên Rojê de hest û jiyana zarok û malbatên xizan dide ber çavan û rengê dinyaya ku zarok di xiyalê xwe de ava kiriye, nîşanê xwediyê dilan dide...

Di metna Çîroka Hezkirinê de zarok dikevin nava dunyayeke fantastîk û di vê çîrokê de li hember pozbilindîyê şer dikin û bi ser dikevin. Çîroka Hezkirinê ji aliyên xwe yên fantastîk ve dişibe çîroka me ya navdar Memê Alan...

Mamoste Bêhrengî di Kurikê Pincarfiroş de heman bext û qederan dinirxîne û dixwaze nîşan bide ku mirov dikare bextê xwe yê reş biguherîne.

Telxûn ew çîrok e ku dixwaze nîşan bide bi xwesteka dilan tişt naçin serî û ji bo ku tişt herin serî û mirov bi ser bikevin divê cehd û xebatê bikin...

Belê zarokên delal û mezinên birêz;

Di baweriya min de her çiqas meriv naveroka çîrokan nikare bi kurtasî vebêje –ji ber ku xet û sînor ji xeyalên zarokan re tuneye- dîsa jî min xwest bi çend rêzan qala naveroka çîrokên Semedê Bêhrengî bikim. Ya baş û xweş ew e ku hûn bixwe van çîrokan bixwînin û tahma  edebiyatê jê bigirin û hûn bixwe peyamek bo xwe jê derxînin.

Details
PublisherHivda-İletişim
LanguageKurdish
Basım Yılı2022
ISBN9786057420176
Ebat21-13,5 cm
CategoryKürtçe Çocuk Hikayeleri

Write a review

Please login or register to review

Çîrokên Semedê Bêhrengî - I

Ücretsiz Kargo

250 TL Tutarında ürün alırsanız kargonuz ücretsiz olacaktır.

40 TL İndirim

600 TL siparişinize 40 TL indirim. Sepetim sayfasında kullanabilirsiniz. Kupon: İNDİRİM40

  • 120.00TL
  • 90.00TL
  • Ex Tax: 90.00TL
  • Price in reward points: 4800

Tags: çîrokên semedê bêhrengî - ı, semedê bêhrengî, semedê bêhrengî kitapları, hivda iletişim, hivda yayınları, weşânen hîvda, 9786057420176, çîrokên semedê bêhrengî