-50 % Defolu Gerdeniya Gewherî Şerha Dîwana Melayê Cizîrî (çapa taybet)  (DEFOLU)

DEFOSU: İçeriğinde 6-7 sayfa eksik olup kapağında ve içeriğinde yıpranma yoktur


Amadekarî û Wergera ji Erebî: Emîn Narozî


Şamûa kaxet, bergê çerm, di qotiyê de


Mela Ehmedê Zivingî di pêşgotinê de wiha dibêje: “Ev karekî weha bû ku berê kes pê ve ranebûbû û ji wê bonê jî hêmanên ku ez jê sûd werbigirim û li ser wê riyê herim tunebûn. Herweha ez di paşiya temenê xwe de digel kêmbûna materyalan, qelsiya bîr û hizra xwe, piriya karûbarê pêwendiyên xwe û astengên peywest e cara pêşî bi karekî weha ve radibûm. Ji ber van sedeman jî bi rastî ji bo qedandin û derxistina wê bi alîkariya Şahê perestî ez pêrgî gelek zehmetî û erqele hatim û min hew karibû gotinên wê bi ferhengî mane bikim û hima di ser rû de maneyên wan rave bikim. Lê belê ji bilî çend cihên kêm ez qet neketim kûrahî û berfirehiya maneya rastî ya ku Mela jî mîna şairên hemdemên xwe yên tesewifê yên din dixwest bi mînakên xezelî û telmîhên rewanbêjî destnîşan bike. Lewra ez ji têgihîştina wan pênîşandanên hêja yî kûr dûr im û min ew ji kesên din ên ku ji heq dertên re hişt bi hêviya ku xîret li yekî bixe, bi vê kêmasiyê bihise û wê temam bike.
Min bi xwe cehd û xebata ji bo rastkirina gotinên xerabkirî û sererastkirina hevok û derbirînên tevlîhevkirî û diyarkirina raz û dirûvan û kifşkirina destnîşanan li gor hêz û biriya xwe ya kêm tu kêmasî nexistiyê, lê digel vê jî doza berîbûna ji şaşî û kêmasiyan nakim çunkî mirov cihê petatî û şetatiyê, dûrbûna ji rastiyê û wargeha gunehan e û xwedî mafê lêborîn û bexşînê ji hevcinsê xwe û ji Şahê mihrîvan e. Jixwe ger tu serkeftî bî ew bi alîkariya Wî yê payeberz e û ger tu şaş û çewt bî jî jixwe ji ber ku şaşî û kêmasî adet û hêwişiyên mirovan e. Çendî ku ez di karê ravekirinê de negiham encameke bi dilê xwe jî lê ez tirsiyam ku mirin berî wê bigihîje min û xelaskirina wê ji dest bifewite, çunkî pêjn û hisên me qels bûne û paşiya temen jî nêzîk bûye.
Di ravekirina vê dîwanê de min gelek kêm destnîşanên tesewifî û maneyên rastî diyar kiriye, lê ger ravekarek li pey ramanên wê bikudîne û ji bo dorgirtina hemiyê wê bixebite û bivê qenc diyar bike hingê defter hemî têra hinek jê jî nakin û xame jî dê berî gihîştina amancê lawaz bibin û hibir jî dê hişk bibe.”

Details
PublisherAvesta-Yayinlari
Paper1200
LanguageKurdish
PreparedEmîn Narozî
CategoryKürtçe-Divan-ve-Klasikler

Write a review

Please login or register to review

Gerdeniya Gewherî Şerha Dîwana Melayê Cizîrî (çapa taybet) (DEFOLU)

Ücretsiz Kargo

Bu ürün tek başına ücretsiz kargo !

  • Views: 382

  • 5Quantity Sold
  • ISBN:978-605-5279-
  • Kategori
  • Product Code: DEFOLU113
  • Reward Points: 320
  • Availability: In Stock
  • 160.00TL
  • 80.00TL
  • Ex Tax: 80.00TL
  • Price in reward points: 19200

Tags: Gerdeniya Gewherî, Şerha Dîwana Melayê Cizîrî, Mela Ehmedê Zivingî, avestakitap, diwana mela, diwana ciziri, Gerdeniya Gewherî avesta yayınları, weşanên avesta Gerdeniya Gewherî, avesta yayınları şerha melayê ciziri,

Loading...