Click Image for Gallery
- Amadekar:Metin Yüksel
- Kitêba Celadet û Kamiran Alî Bedirxan ’Edirne Sukûtunun İç Yüzü’ (Rastiya Şerê Edîrne) ku di sala 1913an de li Stenbolê derketibû bi alfabeya latînî di nav weşanên Avesta de careke din derket. Kitêba ku Metin Yüksel amade kiriye ji gelek aliyan ve balkêş e. Herdu bira ev kitêb di xortaniya xwe de, ew çax emrê wan dor 20 salan re bû, nivîsandine. Ji kitêbê diyar e ku encama xebatek wan a rojnamegeriyê ye. Ji naveroka wê bêhtir, nasnameya nivîskarên wê vê kitêbê girîngtir dike. Kitêb dema mirov nasnameya nivîskarên wê bide ber çav, ne tenê fikrên wan ên romantîk ên ciwaniyê nîşan dide, ew derheqê fikra millî ya kurdî ya destpêke de jî rê li ber gelek dîtinên cuda vedike. Edirne Sukûtunun İç Yüzü behsa Şerê Balkanan ê Yekem dike ku di salên 1912-13an de pêk hatibû û Edîrne ketibû destê bulgaran. Di vî şerî de Împaratoriya Osmanî di demek kurt de erdekî mezin winda kiribû.
Details | |
Publisher | Avesta-Yayınları |
Paper | 168 |
Language | Turkish |
Category | Kürt-Tarihi-ve-Araştırmaları-Kitapları |