x
Bu site deneyimlerinizi kişiselleştirmek amacıyla KVKK ve GDPR uyarınca çerez(cookie) kullanmaktadır. Bu konu hakkında detaylı bilgi almak için tıklayın. Sitemizi kullanarak, çerezleri kullanmamızı kabul edersiniz.Anlaşıldı
300 TL üzeri alışverişlerde sepette anında 30 TL indirim. Kupon: İNDİRİM30
-25 % Avesta -1- Gāthā’yên Zarathushtra (çapa taybet - rengîn - metna orjînal)

Gāthā û Avesta bingeha çanda Kurd ya herî kevin in, kaniya axa Kurdistan’ê û zimanê Kurdî ne, bingeha baweriya Kurdên Elewî, Êzdî û Yarsanan in. Bandora Avesta û Zarathushtra ya li Kurdistan, Îran, Rojhilata Navîn û Esye’ya Dûr ji sînorên hemî tarîfan derbaz dibe. Hemî dînên mezin yên cîhanê (TewratÎncîl û Qoran) di bin bandora Avesta û Zarathushtra’yiyê da mane, jê bê sînor îstîfade kirine, xwa pê ava kirine.


Di vê cîlda yekem da B. Şahîn bi pêşgotinekê dest pê kiriye û înformesiyonên girîng yên dîrokî di derbarê Gāthā’yan da daye. Di destpêka pêşgotina xwa da dibêje: Gāthā’yên Zarathushtra piçekî dişibin deriyê ku bi sed û yek klîtên sihirkirî hatiye xwandin. Pêra hurgiliyên girîng di derbarê Ahuramazdā da daye.

Paşê di bin nivîsa “destpêk”ê da hurgiliyên din yên zimanî û elfebeya Avesta’yê bi tevî trenskrîpsiyona wan daye. Mesele peyva “gāthā-” kîjan wateyê dide, formên wê yên kevin di Proto-Arî û Îndo-Ewrupî da çawan bûn, yek bi yek ligorî metodên zimannasiyî yên fonolojîk zelal kiriye.

Pêra Beyhani Şahîn Gāthā’yên Zarathushtra, ku di avestolojiyê da lawij/stran û helbestên herî girîng in, rêz kiriye.


Ev vekolîna di cîlda yekem da ji 3 beşan pêk tê:

1. Destnivîsên orîjîn yên Gāthā’yan, ku di sala 1323yan da hatine nivîsîn ango kopye kirin, wekî wêne di cîlda yekem da yek bi yek hatine bi cî kirin.

2. Di beşa duyem da îcarê tevayiya Gāthā’yan bi fonda Avestî hatiye nivîsîn.

3. Di beşa sêyem da hemî Gāthā’yên Zarathushtra yek bi yek hatine trenskrîpte kirin, bi tevî nîşeyên zimanî yên girîng.




Details
Paper500
LanguageAvesta Dili
Basım Yılı2021
ISBN9786257085373
CategoryKürtçe Roman ve Novel

Write a review

Please login or register to review

Avesta -1- Gāthā’yên Zarathushtra (çapa taybet - rengîn - metna orjînal)

Ücretsiz Kargo

Bu ürün tek başına ücretsiz kargo !

20 TL İndirim

250 TL üzeri alışverişlerde sepette anında 20 TL indirim. Kupon: İNDİRİM20

  • 400.00TL
  • 300.00TL
  • Ex Tax: 300.00TL
  • Price in reward points: 48000

Tags: Avesta kitabı, Gathayên Zarathushtra, Beyhanî Şahîn, Na Yayınları, weşanên na, pirtuka avesta