DANASÎN
Bi dîtina min, şahidê dîroka kevin ne tenê
di şer, ceng, peyman,hevdîtin, desthilatdariya qiral, mîr, padîşah, siltan,
egît, fêriz, beg û se-rok eşîran de anjî di wan delîl û dokumentên ji ber
dîtina piraniya
zane, lêkolînvan, nivîskar û geryokên ku
li goriya daxwaz û berji-wendiyên desthilatdaran hatine nivîsandin de tê xwanê
kirin.
Gava meriv bikeve nava wêjeya zargotina
civakekê û li ser gelek efsane, mesele, çîrok, destan, peyvan, hêvî, irf,adet,
libas, sema, Xwarin, vexwarin, wêne, dîtin, perwerde, berhem, şop, şûnên li
ser/ bin axê, hemû kevneşop, kiryar û pêwendiyen endamên civakê lê-kolîn bike,
hingê meriv dikare rastiya dîroka civakê a derbasbuyî bivîne.
Vêca ez di roja 06.04.2012 de ji bo
berhevkirina zargotina me çûme bajarê Hannoverê û li mala keçxala xwe Xatûn
Tuko bûme mêvan. Jixwe ew çend salbûn ku em bi aremî li cem hevûdinê
rûneniştbûn û me li ser wextê derbasbuyî sohbet nekiribû. Evarê wexta em bi
malbetî û tevî zaroken xwe re rûniştin, me qala şevbêrk û çîrokên dema
zarokatiya xwe kir. Dûre Xatûnê ji min pirsî, gelo ew çîroka Kêza Terecan, ya
ku rahmetiya pîrika me Rindê harcar ji mere digot û em pê radizandin, têye bîra
te? Min gote Xatûn û zilamê wê Rauf, na mixabin, ez nikarim tevaya vê çîroka
kêza terecan bibêjim. Lê, ezê sibê herime mala xwişka xwe Sosê û ez bawerim ku
zavê me Ahmet Yasit `ê karibe vê çîrokê ji me ra bêje.
Gava ez û Xatûn di roja 07.04.12 çûne mala
xwa min Sosê, Xatûn ji
Sosê ra got; kêfa min gelekî tê ku zavê me
Ahmet jî mîna ku di çîroka Kêza Terecan de hatiye gotin, wisa baş hurmetê dide
keçmetika min. Dûre me ji Ahmed‟ê zave daxwazkir, ka ew dikare vê çîroka Kêza
Terecanê ji me ra bêje. Ahmet got, ez jî bi tevaya vê
Çîrokê nizanim, lê ez baş dizanim ku bavê
Menal, kekê min Aydîn Ronak, dikare vê çîrokê gelekî
Details | |
Paper | 88 |
Language | Kurdish |
Basım Yılı | 2021 |
ISBN | 9786257085205 |
Ebat | 14 x 20 |
Category | Yezidilik - Zerdüştlük |