Pirtûk ji Komhejmara
Rojnameya Dilname ya rojnamevan û pêşkêşvanê televizyona Rûdawê Imer Kalo pêk
tê.
Hejmara yekem ji Rojnameya Dilname ya rewşenbîrî, bi zimanê
kurdî û li ser kaxezê bi çapa rengîn, roja 01/12/2010’an de ji aliyê rojnamevan
Imer Kalo ve li bajarê Kobanî derçûbû.
Rojnameya Dilname piştî ku 9 hejmarên wê derçûn, roja
01/09/2011’an weke rojnameya çapkirî rawestiyabû.
Lê Rojnameya Dilname heta 01/12/2014’an weke rojnameyeke
elektîronîk bi Kurdî û Erebî berdewam bibû.
Pirtûka Komhejmara Dilname, tevahiya hejmarên Rojnameya
Dilname yên çapkirî li xwe digre û ji 234 rûpelên rengîn pêk tê.
Pirtûk dagirtîye ji nivîs, gotar, helbest û pexşanên bi dehan nivîskarên
cuda cuda. Naverokeke têr û tijî ye pirtûka Dilname û tameke gelek cuda dide
xwendevan.
Details | |
Publisher | Sitav Yayınları |
Paper | 234 |
Language | Kurdî |
Basım Yılı | Rêbendan 2021 |
ISBN | 9786257734059 |
Category | Kürtçe Dergi Setleri |