Li
hemû cîhanê, di derbarê folklor û geşedanên wê de, di teorî, dabeşkirin û
belavbûna çîrokan de ji mêj ve xebatên pir giranbiha hatine kirin. Di vê xebatê
de ji bo sûdwergirtina tevî van xebatan, rê û rêbazên berhevkariyê, bi kurtasî hatine
helsengandin.
Ji
alî dirûv, naverok, hûnandin û şêwaza vegotinê ve her şaristanî, welat, herêm û
her wiha her bereke folklorîk û çîrok, xwedî taybetmendiyên cihê ne. Bi vê
nêrînê çîrokên kurdan û bi taybetî çîrokên herêma Amedê ji alî şêwaz, dirûv,
naverok, leheng û nîgaran ve hatine nirxandin. Bi wê ve girêdayî; şevbihêrk û
rol û rista saziya dengbêjiyê û bandora wê ya di neqilkirina berên folklorîk de
û bi taybetî li derdora çîrok û çîrokbêjiyê jî hatiye nirxandin.
Di çîrokbêjiyê de girîngiya
herêma Amedê û çîrokên ku li vê herêmê hatine berhevkirin, li ser çend xalan
hatine nirxandin û di dawiya berhemê de hatine bicihkirin.
Details | |
Publisher | Payiz Yayınları |
Paper | 320 |
Language | Kurdish |
Basım Yılı | 2021 |
ISBN | 9786254097331 |
Category | Wêje Folklor Zargotin |