x
Bu site deneyimlerinizi kişiselleştirmek amacıyla KVKK ve GDPR uyarınca çerez(cookie) kullanmaktadır. Bu konu hakkında detaylı bilgi almak için tıklayın. Sitemizi kullanarak, çerezleri kullanmamızı kabul edersiniz.Anlaşıldı
400 TL ve üzeri siparişinize hediyemizi görmek için tıklayınız
-22 % Hespên Hêviyê
        • Gewrê jî ji ber pacê rabûbû û dabû pey hespan. Hesp hatin ber deriyekî vekirî, ber paceyek vekirî, ber bêsebrî û birînek vekirî û sekinîn. Hemû hesp bi hevre lingên xwe li erdê xistin, poperiştên xwe hejandin û serê xwe bera ber xwe dan. Weke ku ayînek berî zemanan pêk bînin, hemûyan di eynî rîtmê de dihejandin serê xwe. Bi ayîna wan sekinî sewta zarokan, piste pista zilaman, lorînên dayikan û dilê jinan. Sekinî bajêr, sekinîn pînpinîk û weza bayê. Tenê qêrîna jinek delodinî belav dibû. Hewarên wê li guhên kê, li dilê kê biketa deng vedida wek dengê li binê bîrê bikeve û li xwediyê xwe vegere. Ji paceya vekirî ditîbû hesp û qiyametê bi xwe re dianîn. Baz dabû deriyê vekirî. Niha li ber hespê ku barek li piştê bû sekinî bû. Li melûlî û xemla hespê delal dinêrî. Ew xweşikbûn û ew melûlbûn li hevdû nedihatin. Hespê li deriyê vekirî, jinê jî li çavên hespê dinêrî. Suretê xwe, birîna xwe ya vekirî, pace û deriyê vekirî û xaniyê vala di çavên hespê de temaşe dikir. Stêrk, bi qiraxa çavan ketibû, jinê berî hespê herikand stêrkên xwe û berê xwe da barê ser pişta hespê. Dizanibû ew çi bar e. Ew ê ku bi mehan li bendê bû. Ew ê wek çivîkekî koçber dijiya. Wek ku li çolistanan qelibîbe, tî mabe, tim û tim li avê geriya be. Ew ê ku bi hêviya behrek şîn bibîne ango xwe bike deryayek şîn xwe li çolan xistibû û li wir winda bûbû. Ew ê xwe kiribû agir û wek mumekê ew li ber paca helandibû. Ew ê ku emrê wê û hebûna wê li bendamayînê tijî kiribû. Ew bû yê li ser pişta hespê. Dilê wê evîna zarokatiya wê çivîkê gerok bû.

Details
PublisherAram Yayınları
Paper112
LanguageKurdish
Basım Yılı2023
ISBN9789758242856
CategoryKürtçe Roman ve Novel

Write a review

Please login or register to review

Hespên Hêviyê

Ücretsiz Kargo

250 TL Tutarında ürün alırsanız kargonuz ücretsiz olacaktır.
  • 48.00TL
  • 37.50TL
  • Ex Tax: 37.50TL
  • Price in reward points: 13200

Tags: Hespên Hêviyê, hespen heviye, Mülkiye Doğan, mulkiye dogan kitaplari, pirtuken mulkiye dogan, aram yayinlari, weşanen aram, 9789758242856