x
Bu site deneyimlerinizi kişiselleştirmek amacıyla KVKK ve GDPR uyarınca çerez(cookie) kullanmaktadır. Bu konu hakkında detaylı bilgi almak için tıklayın. Sitemizi kullanarak, çerezleri kullanmamızı kabul edersiniz.Anlaşıldı
-32 % Heypeyvîn - Nîrxandîn û Bîranîn Hînek Êzdîyan

DANASÎN

Li gorî ku ez ji ilm, qewl, dua, cimayî , îd-cejin, çande û hwd. Yên-me Êzdiyan fêhm dikim, pîvana serêsala kurmancî-Kurdî, bi afirandin û tevgera erdê (dinyayê), ya ku dor rojê tê gerandin ve girêdaye û ev salnama me Kurdan a herî raste.

 

Belê, dema rewșenbîr, zane, oldar û whd.’ên me Kurdan, li nav kevneșop û zargotinên  ilm, qewl, dua, beyt, cimayî û îdên me Êzdi-yan binêrên, ewê di wir de jî bivînin ku, şaristanî û merivatî li ser xaka di nav ava çemên Dîcle û  Feratê de hatiye afirandin. Ji wî_ wextê kevin, yê ku bi hezarên salan beriya zayîna Îsa pêxember dest pêkiriye û heta vêga hêjî gelek cejn, cimayî û îdên me Êzdi-yan“Kurdên resen” li gorî salnama rojhilatê“a ku ilimdar û qewil-zanê Êzdîtiyê birêz Adnan Xêravayî jêra dibêje, hesabê Manga Me-lik Fexredîn” têne gerandin û pîroz kirin.

 

Belê ilimdar û qewilzanê Êzdîtiyê birêz Adnan Xêravayî, di sebeqeyeke Qewlê Şems û Fexrê Mîra de dibêje:

 

“Sira Padşê min hat hinda ve,

Li Şems û Fexrê Mîra dikir silav e,

Li çardê mehê de vedigere tav e,

Tav li çardê mehê vedgeriya

ji nîşan û hesabê Enzelî ye,

Ji qudreta Padşê min î bêrî ye,

Ji qudreta Padşê min î cebêr re.

Meh, sal û zemana vedigêr e

Li çardê mehê tav jî vediger e

 

Ango, roja çardê meha mîladî, dibe yekê meha li gorî hesabê Manga Melik Fexredîn têye hesapkirin salnama rojhilatê.

 

Vêca, gava meriv li dem û wextên pîrozkirina van cejnên me Êzdi-yan binêrin, meriv dibîne piraniya wan hêjî li gorî vê salnama rojê (a ku li gorî hesabê Manga Melik Fexredîn têye hesapkirin) têne ge-randin û pîroz kirin.

Details
Paper540
LanguageKurdish
Basım Yılı2021
ISBN9786257085205
Ebat14 x 20
CategoryYezidilik - Zerdüştlük

Write a review

Please login or register to review

Heypeyvîn - Nîrxandîn û Bîranîn Hînek Êzdîyan

Ücretsiz Kargo

75 TL Tutarında ürün alırsanız kargonuz ücretsiz olacaktır.

kampanya (son tarih 28 şubat)

50 kitap %40 indirimde

kampanya (son tarih 28 şubat)

Mehmed Uzun kitapları %35 indirimde

  • 58.00TL
  • 39.44TL
  • Ex Tax: 39.44TL
  • Price in reward points: 6960

Tags: Heypeyvîn - Nîrxandîn û Bîranîn Hînek Êzdîyan, Kemal Tolan, Na Yayınları, weşanên na