x
Bu site deneyimlerinizi kişiselleştirmek amacıyla KVKK ve GDPR uyarınca çerez(cookie) kullanmaktadır. Bu konu hakkında detaylı bilgi almak için tıklayın. Sitemizi kullanarak, çerezleri kullanmamızı kabul edersiniz.Anlaşıldı
-30 % Ji Gotinên Pêşîyan

Gotinên Pêşîyan Cewhera Zimanê Kurdî ne

Zimanê Kurdî zimaneke dewlemend e. Miletê Kurd jî qedîmtirîn miletek e li ruyê dinê. Wek her miletekî, netewa Kurd jî di dirêjahîya hezarsalan da êş û elem, hest û dilşahîyên xwe,  serborîyên jîyana xwe bi zimanê xwe  îfade kirîye û mane lê barkiriye. Herwisa gelê Kurd çand, huner, hest û xisusiyetên xwe yên neteweyî bi saya ziman neqlê nifşên nû kiriye. Û bi vê awayî li himber gelek karesat û bablisokên dîrokî heta îro li ser pîyan maye.

Li vir girîngîya Gotinên Pêşîyên me derdikevên holê. Mirov dikare bêje ku gotinên pêşîyên me cewhera zimanê Kurdî temsîl dikin. Gotinên pêşîyan, bi kêm peyvan, lê mane û peyamên mezin ji me ra dibêjin. Gotinên pêşîyan di eynî wextê da dewlemendî û kurahiya zimanê Kurdî nişanê me didin. Pir caran yek gotinêke pêşîyan dikare ji pirtukek yan jî ji ansiklopediyek zêdetir fikr û peyaman ji me ra vebêje. Bi gotineke din, gotinên pêşîyan di dirêjahîya hezar salan da nisilîne û gihîştine me; nifşên îro. Ew bi peyvên kin û kurt gelek tiştan xulase dikin û radixin ber çavên me.

Ji aliyê çand, ziman, edebiyata devkî û gotinên pêşîyan da herêma Mêrdînê heremeke gelek rengîn e û wek xezîne ye. Li vir tu sohbetek tune ye ku bi gotineke pêşîyan destpêneke. Ji ber vî ya ye ku gelek kesên hunermend û nivîskar ji vê herêmê derketine û ji zimanê Kurdî ra  xizmetên baş kirine.

Salih Omerî ji ber ku li Mêrdînê ji dayik bûye, jîyana wî di nava çandeke zindî û rengîn da derbas bûye. Ew merivê civatê ye, ziman û rihê civatê baş nasdike û pêwendiyên wî bi xelqê ra gelek baş in. Di sî-çil salên dawî da jî jîyana xwe li Swedê derbas kiriye. Hem jiyan û serpêhatîyên wî yên li welat û him jî yên dervayê welat mecal daye ku gelek gotinên pêşîyên me berhev bike, wan şirove bike û pêşkêşê me bike. Salih Omerî jibo vê karî gelek kar û xebat kiriye, keda xwe daye vê mijarê û berhemeke delal derxistiye holê. 

Details
PublisherDeng-Yayınları
Paper220
LanguageKurdish
TranslatorWêje Folklor Zargotin
ISBN9786052187067
CategoryKürtçe Roman ve Novel

Write a review

Please login or register to review

Ji Gotinên Pêşîyan

Ücretsiz Kargo

75 TL Tutarında ürün alırsanız kargonuz ücretsiz olacaktır.

kampanya (son tarih 28 şubat)

50 kitap %40 indirimde

kampanya (son tarih 28 şubat)

Mehmed Uzun kitapları %35 indirimde

  • 30.00TL
  • 21.00TL
  • Ex Tax: 21.00TL
  • Price in reward points: 3600

Tags: Ji Gotinên Pêşîyan, Salihê Omerî, deng yayınları, Salihê Omerî kitapları