Click Image for Gallery
"Di vê romanê da ligel berxwedanê qêrîn û feryada civateke qedîm bilind dibe, Komek însanên Zerdeştî û Ezîdî dixwazin hikmê bêdengiya jiyanê bişkênin, çerxa felekê perçe bikin, ew hest û ramanên hezkirina jiyanê bidin xuyakirin û ji ber ku welatê wan hatiye dagirkirin, dixwazin şîverêkekê di binê erdê de, ji jiyan û evînên azad re vebikin. Lewma civat weke pepûleyên şevê, li şûna ku ji xwe re li çirayekê bigerin, neçar in ku, bi enerjiya ku ji rojê digrin, di tarîtiyê de bikin şewqa ku, me jî ronî bike û bi vê ronkahiyê ve di şîverêka têkoşina xwe de bimeşine."
-----------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
Gelo, karakterên netewan jî heye? Heke mirov vê pirse ji xwe bike bê guman mikurhatinek dîrokîye ji bo pêşerojan.
Çi bawerîya olî yan jî çi berxwedanê netewekê, kevneşopîyên gelekî nîşanên taybetmendîyên karakterê wî, di qada jîyanê de dîyar e.
Ne îro ne jî duh, ji bo kurdan navê roja qîyametê, “komkujî” ye bi destê neyarên qewmê çîyayî hîn jî berdewam e.
Details | |
Paper | 302 |
Language | Kurdish |
Basım Yılı | 2023 |
ISBN | 9786057351982 |
Ebat | 13,5x19,5 |
Category | Kürtçe Roman ve Novel |