x
Bu site deneyimlerinizi kişiselleştirmek amacıyla KVKK ve GDPR uyarınca çerez(cookie) kullanmaktadır. Bu konu hakkında detaylı bilgi almak için tıklayın. Sitemizi kullanarak, çerezleri kullanmamızı kabul edersiniz.Anlaşıldı
400 TL ve üzeri siparişinize hediyemizi görmek için tıklayınız
-27 % Lawê Pîrê

Roger Lescot (1914-1975) Li Unîversîteya Parîsê edebiyata fransî, polîtîka û zimanên Rojhilat xwendiye. Di 1932yan de piştî ku unîversîte qedand, hikûmeta fransî ji bo ku lêkolînên ilmî bike, ew şande Enstîtuya Fransî ya li Şamê. Li wir Celadet Alî Bedirxan nas kir. Tekstên folklorîk berhev kirin, di Hawarê de bi navê Tawûsparêz bi kurdî û fransî nivîs nivîsandin. Di nav kurdên Sûriyeyê de baş dihate naskirin û hezkirin, xelkê jê re digot Lezgîn Axa. Sala 1945an li Unîversîteya Sorbonneê Kursiyê Zimanê Kurdî vekir û dersên kurdî dan. Piştî salekê Kamiran Alî Bedirxan ku ji Bêrûdê hatibû ciyê wî girt.


Roger Lescot, piştî ku Celadet Bedirxan nas dike dibe dildar û kedkarê zimanê kurdî û edebiyata kurdî ya gelêrî. Ew bi xwe jî berhemên edebiyata gelêrî berhev dike. Li ser Memê Alan dixebite û ji varyantên heyî metneke serbixwe derdixe meydanê.


Ev xebata berdest jî berhevoka Roger Lescot a pêşî ye ku tê de çîrok, gotinên pêşiyan û pêderxistinok cih digirin. Çîrok wî bi xwe ji Salihê eşîra Hesenan berhev kirine; gotinên pêşiyan û pêderxistinok jî hinek ên ku wî berhev kirine û hinek jî yên ku Celadet Bedirxan. Ev çîrok, gotinên pêşiyan û pêderxistinok wek dengên wê demê di guhên me de olan didin.

Details
PublisherAvesta Yayınları
Paper128
Baskı Sayısı1
LanguageKurdish
Basım Yılı2023
ISBN9786258383171
Ebat13.5 x 21.5 cm
CategoryKürdoloji Kitapları

Write a review

Please login or register to review

Lawê Pîrê

Ücretsiz Kargo

250 TL Tutarında ürün alırsanız kargonuz ücretsiz olacaktır.
  • 70.00TL
  • 51.10TL
  • Ex Tax: 51.10TL
  • Price in reward points: 8400

Tags: Lawê Pîrê, lawe pire, Roger Lescot, Avesta Yayinlari, weşanen avesta, Roger Lescot kitaplari, pirtuken Roger Lescot, 9786258383171