Hebûn li ser
mekanî pêk tê. Mirov dikarin li ser mekanî bifikirin û
hebûna xwe jî
li ser mekanî tecrube bikin. Mekan ji ber vê xwedî
wateyek
ontolojîk e. Mirov dema ku hebûna xwe difikire an jî li ser
hebûna xwe
pirsan dike gelek caran pirsên bi mekanî re têkildar dike
wek; “ez li
vir, li vê dinyayê, li vê cihî, li kaînatê û hwd. çi dikim?”
dipirse. Ev û
pirsên wek van derheqê mekan û hebûnê de elbet
nêzikahiyek
datîne ber me û me sewqê fikirîna li ser mekanî dike. Li
gor zanînên me
yên îro diyar e ku dinya/feza/gerdûn ji berê heta niha
wek niha nebûye
û ihtimal e dê di pêşerojê de jî wek îro nebe.
Mekan, ji berê
heta bi awayê xwezayî wek ku parzemîn ji hev dûr
dikevin an
nêzikê hev dibin an jî wek deverên ku di demên kevnar de
av bûye û îro
çiya ne di nav guherînê de ye. Em dikarin bibêjin ku mirov
û candarên din
jî ji ber ku di nav mekanî de ne elbet pê re têkilî datînin
û ev yek jî
dibe sedemê guherîna mekanî. Guherîna mirovan dibe ku bi
xwe re guherîna
mekanî jî bîne yan jî bereksê vê guherîna mekanî jî
dikare ê
mirovan ji aliyê civakî ve biguherîne. Em dikarin vê ji bo ajalan
jî bêjin dema
ku ajalek ji cihê xwe yê sabit yan jî derdora hînbûyî û
Details | |
Publisher | Peywend Yayinlari |
Paper | 113 |
Language | Kurdish |
Basım Yılı | 2022 |
ISBN | 9786257568197 |
Ebat | 13,5 x 21 |
Category | Kürtçe Roman ve Novel |