DANASÎN
Her çiqas dîroka Êzîdiyan dîrokeke
kevnar be jî di derbarê Êzîdi-yatiyê de û di derbarê Êzîdiyan de kêm pirtûk
hatine nivîsîn û her-wiha lêkolîn ji kêm in. Pirtûkên hatîn nivîsîn jî
nivîskarên wan ne Êzîdî bûne. Ew nivîskar yan lêkolînvanên biyanî bûn e yan jî
kesên misilman bûne. Yanî wan bi xwe Êzîdî û Êzîdiyatî baş nizanbûne û ji ber
vê gelek caran agahiyên nerast nivîsine.
Xemxwarê Êzîdiyan Kemal Tolan
yek ji wan kesên yekemîne ku we-ke nivîskarekî Êzîdî bi awayekî zanistî lêkolîn
li ser Êzîdiyan kiriye û ew agahî di pirtûkan de weşandiye. Bi dehan salan e ew
pirtûkan li ser Êzîdiyan dinivîse ta ku çand, dîrok, irf û edetên Êzîdiyan
winda nebin.
Bê gûman ev pirtûka Kemal Tolan
jî wê bibe bersivek ji bo hemû pirsên li ser Êzîdiyan û Êzîdîyatiyê.
Em ji bo vê berhema pak sipasiyên xwe ji nivîskar û
weşanxaneyê re dikin, em kêfxweşin ku piştgiriyê vê pirtûkê ne.
Details | |
Paper | 496 |
Language | Kurdish |
Basım Yılı | 2021 |
ISBN | 9786257085205 |
Ebat | 14 x 20 |
Category | Yezidilik - Zerdüştlük |