Click Image for Gallery
Di serdema xwe de ola Aştiya Rastî, ya ku Manî jê re
pêşengî kirî, li rojhilat dibe reqîbê ola Zerdeştî ya ku di wê serdemê de ola
fermî ya Împaratoriya Sasaniyê bû. Lewma dijminahiya oldarên Zerdeştî li
hemberî wî tund in û di dawî de wî didin kuştin. Ew qasî ji ramanên wî
ditirsin, piştî ku didin kuştin, laşê wî post dikin.
Li rojava jî ola wî dibe reqîbê dêra xiristiyaniyên
katolîk. Neyartiya dêrê dike ku împaratorê Romê Dioeletianus fermanê bide da
hemû berhemên wî werin şewitandin.
Fermanên tunekirina
berhemên wî bi sedan sal berdewam dikin. Li gelek cihan, bi berhemên wî re bawermendên wî jî têne
tunekirin. Ji ber êrîşan, li her derê cihanê oldarên wî neçar dimînin ku
di nav ol û rêolên cuda de xwe veşêrin.
Details | |
Publisher | Payiz Yayınları |
Paper | 312 |
Language | Kurdish |
Basım Yılı | 2020 |
Editor | Leyla Kılıç |
ISBN | 978-605-80379-5-3 |
Category | Kürtçe Roman ve Novel |