Click Image for Gallery
Deng û reng û nivîs ku sê hêmanên muzîk û wêne û romanê ne, di sê romanên polîfonîk (pirrdeng) de têkilhev dibin û li ser erdnîgariya cihêrengnişîn a bi navê şaristaniya Mêrdînê serdemekê bi hev re vedidin. Salên herî dijwar ên navbera 1990 û 1998'an ji nava rûpelan diqîrin.
Romana duyem, Qerebafon ku dengê jibîrbûyiyan bi sewta bişkokên reş û spî yên piyanoyê bi hişvebêjkî radigihîne, pirsên bêbersiv di rasteqîniya avê de diteyisîne: "Ez çi me? Çima ew qasî neheqiyê li xwe dikim? Îcar ez çi dixwazim? Û... Ma ne min ev çarenûs ji xwe re bijartibû?.."
Details | |
Publisher | Lis Yayınları |
Paper | 238 |
Language | Kurdish |
Basım Yılı | 2021 |
ISBN | 16158208276542 |
Category | Kürtçe Roman ve Novel |