x
Bu site deneyimlerinizi kişiselleştirmek amacıyla KVKK ve GDPR uyarınca çerez(cookie) kullanmaktadır. Bu konu hakkında detaylı bilgi almak için tıklayın. Sitemizi kullanarak, çerezleri kullanmamızı kabul edersiniz.Anlaşıldı
-25 % Rewdîn Neîm

Latînîzekirin û amadekar: Mehmed Emin Hêvîdar


Em, di vê xebata xwe da, li ser Rewdî’n-Ne‘îm’a Şêx ‘Ebdurrehman’ê Aqtepî sekinîn. Pênc nusxên Rewdî’n-Ne‘îm’ê hene. Nusxa ku em li ser xebitîn, destxeta muellîf yanî ya Şêx ‘Ebdurrehman’ê Aqtepî bi xwe ye. Me vê xebata xwe kir sê beş. Di beşa yekem da, em, li ser jîyan û eserên Şêx ‘Ebdurrehman sekinîn. Bi awakî berfireh, me di derheqê wî û eserên wî da, mehlûmat dan. Ji ber ku ji medresa Aqtepê û ji malbata Aqtepîyan, yanî ji ‘eynî malbatê gelek şa‘ir û ‘alim derketine, loma me di ‘eynî beşê da, cî da danasîna şa’îrên din ên ji malbatê; û me ew û eserên wan, dan nasîn. Di beşa duyem da, ji ber ku mijara Rewdî’n-Ne‘îm’ê di derheqê “Hîlye” û “Mî‘rac”a Hz. Pêxember da ye, loma me jî bi awakî fireh, di derheqê hîlye û Mî‘rac’ê da, agahî da.  Di beşa sêyem da jî, me Rewdî’n-Ne‘îm ji alîyê naverok û şeklî ve nirxand.


Rewdî’n-Ne‘îm, bi mûxtewîyata xwe, helbestên li ser evîna Hz. Pêxember in. Şêx ‘Ebdurrehman di vê esera xwe da, evîna xwe ya di dilê xwe da vegotîye, yanî ne‘tên xwe pêşkeşî evîndarê xwe (Hz. Pêxember) kirîye. Rewdî’n-Ne‘îm, li gorî mesnewîyên Kurdî yên heyî, ji alîyê muqeyeseyê ve, esereka gelek stûr e. Mijara wê, hîlye û Mî‘rac’a Hz. Pêxember e. Di nav xwe da, kitêb beş bi beş e. Kitêb, ji 4511 malikan (beyt) pêk hatîye û bi şiklê mesnewîyê hatîye hûnandin.


Hemî dê biçin cennetê bêguman

Hîsab û ‘ezabek tu nîn e li wan


Bi bab û bi daê Resûlê Kerîm

Bi ensabê Sultanê îhsan‘emîm 


Îlahî! Tu, “Rûhî” nekî şermîsar! 

Kerr û lal û gêj e, tu nîn e medar!

Details
PublisherDara Yayınları
Paper640
LanguageKurdish
Basım Yılı2021
PreparedMehmed Emin Hêvîdar
ISBN9786050661293
Ebat15*21.5
CategoryKürtçe Divan ve Klasikler

Write a review

Please login or register to review

Rewdîn Neîm

Ücretsiz Kargo

75 TL Tutarında ürün alırsanız kargonuz ücretsiz olacaktır.
  • 64.00TL
  • 48.00TL
  • Ex Tax: 48.00TL
  • Price in reward points: 8000

Tags: Rewdîn Neîm, baxçe nimetan, sex aqtepi, Şêx Ebdurrehmanê Axtebi, dara yayınları, weşanen dara, kürtçe şiir kitabı, kürtçe klasik, kürtçe diwan, mehmed emin hevidar, revdin neim