x
Bu site deneyimlerinizi kişiselleştirmek amacıyla KVKK ve GDPR uyarınca çerez(cookie) kullanmaktadır. Bu konu hakkında detaylı bilgi almak için tıklayın. Sitemizi kullanarak, çerezleri kullanmamızı kabul edersiniz.Anlaşıldı
-25 % Şîzo

şîzo bi navgîniya nakokiya di navbera sedem û hestê de rexneya desthilatiyê pêşkêşî

me dike. Şîzo; zarok e, lîstik e, evîn e, hezkirin e. Frên e, hevnîr e, kevneşopî ye, dewlet

e, rêgez e… Şîzo, di destpêka lîstikê de raketîye. Di berdewamiya lîstikê de dixweze

rakeve lê ni kare rakeve, an jî nahêlin rakeve. Yên ku dixwezin Şîzo rakeve jî raketineke

li gorî xwe jê dixwezin.

Pirî caran em di silsileya pêçokên li me hatine pêçan de winda dibin, dikevin rewşekê ku

em nekarin bêhna xwe vedin. Di rewşên bi vî rengî de, vîna me ya jiyanê an refleksa me

ya ber-xwedêriyê me mecbûr dike da em çareyekê bi-bînin. Ger em nikaribin biryareke

qewîn bidin ji bo em ji nava tixûbên teng xelas bibin, em ê ji xala xwe ya destpêkê

paşdetir jî bigindirin. Gin-dirîna me ne ji ber neserketina me ye, ji ber wê ye ku me hin tişt

kêm hiştine.

Qebûlkirina wekî têkçûnê me di navbera bênasnametiyê û jiyanê de diguvêşe. Wekî

kêma-siyek lê nanihêre, deriyekî nû yê cerbandinê ve-dike, dibe ku ji nû ve û bi caran

derîyê ceri-bandineke nû vebike. Lê di dawiya her pêçokeyî de em rastî destpêka

pêçokeyekedin dibin.

Xweafirandina kes, belkî jî pêvajoyeke dijwartir e ji şoreşên civakî. Hewildana kes bi rû-

birûbûna bi xwe û xilasbûna ji adetên xwe, her çiqasî di xwe de asta pêşkeftina civakî-

aborî ya derûdor, welatê ku ew lê dijî bihewîne jî, îs-tîsnayên wê jî hene.



Şîzo, bi qebûlkirina serdestiya aqil re, pevçûna di navbera aqil û hestan de ji xwe re dike

xem, pêşkeftina aqil nas dike û perspektîfeke rexneyî pêşkêşî me dike.

Di Şîzo de, hest homojen e, dixwaze bihe-rike, baskên xwe veke û bifire. Ew çîroka wî

aqilî yan a wê dayîkê ye, ku zarokên wê dixwazin bilîzin, bes ew jî bi feraseta wan

biparêze na-xwaze ji bin baskên wê derkevin. Ew çîroka malbata sîwanî ya wê dayîka

hewldana do-mandina jiyanê dide ye, ku bi mebesta wan biparêze, wan dixe bin baskên

xwe. Ew çîroka wê civakê ye, ku ji bo civak ji hev belav nebe dixwaze malbat hevgirtî bin.

Herweha çîroka wê desthilatdariyê ye, ku hewl dide pêşî rê li ber serhildêriya wê ya

pêkan bigire û têxe bin kontrola xwe; ji ber vê mebestê jî hewl dide di nav pergalê de

zîndanî bike û nehêle ji nava qalibê zindanê derkevin. 


Peyam Îhsan di 10.04.1979an de li Navçeya Hawêl (Baykan) a Sêrtê ji dayik bû. Dibistana

seretayî, navîn û amadeyî li Hawêlê qedandîye. Piştre Beşa Birêvebiriya Giştî ya Fakulteya

Aboriyê ya Zanîngeha Eskîşehîr Anadolûyê Diqedîne. Peyam Îhsan ji sala 2000an ve

xebatên şanoyê dike. Di gelek warên şanoyê de wekî lîstikvanî, derhênerê lîstikê, şanoger û

ma-mosteyê atolyeyê xebitî.

Details
Paper64
LanguageKurdish
Basım Yılı2021
ISBN9786257085243

Write a review

Please login or register to review

Şîzo

Ücretsiz Kargo

100 TL Tutarında ürün alırsanız kargonuz ücretsiz olacaktır.
  • 25.00TL
  • 18.80TL
  • Ex Tax: 18.80TL
  • Price in reward points: 3000

Tags: Şîzo, Peyam Îhsan, Na Yayınları, weşanên na