(Qeseul-Enbiya)
TARÎXA PÊXEMBERAN
EBDULWEHHAB EN-NECCAR
Wergêr: Mela Teyyîbê Bazîdî
Ev kitêba Tarîxa Pêxemberan, ji Hz. Adem bigre ta bi
Hz. Îsa behsa wan pêxemberên ku navê wan di Quranê de dibore dike. Nivîskarê wê
Ebdulwehhab en-Neccar, gava dest bi qisseta pêxemberekî dike, pêşî bi awayê
îstatîstîk diyar dike ka çend caran navê wî pêxemberî di Qur’anê de boriye, û
navê wan sûretan û reqemên ayetên ku navê wî pêxemberî tê de boriye rêz dike.
Paşê jî merhele û qonaxên jiyana wî bi berfirehî îzah dike û di her qonaxê de
ayetên eleqedarî wî pêxemberî dinivîse. Li dawiya her qissetê, bi kurtayî ders
û îbretên ku di wê qissetê de heyî eşkere dike. Eger behsa wî pêxmberî di
Tewrat û Încîlê de hebe, bi pirranî wê jî zikir dike, û bi vî awayî muqayeseya
Qu‘ranê digel van kitêbên pîroz dike, da ku ufûqa xwendekarî berfirehtir bike.
Nivîskar, di jêrenotan de cewaba rexneyên herdu komîsyonên Zanîngeha Ezherê jî
dide, ku ev komîsyonana ji aliman pêkhatî bûn û rexne li ser kitêba wî
nivîsîbûn.
Details | |
Publisher | Nubihar Yayınları |
Paper | 734 |
Language | Kurdish |
Basım Yılı | 2021 |
ISBN | 9786059413947 |
Category | Portre - Biyografi - Monografi |