30 Çîrok 30 Şev
Mojgan Şêxî, nivîskar û wergêra wêjeya zarokan a zimanê farisî ye. Wê di 30 salên xebata xwe ya wêjeyî de zêdetirî 350 pirtûk nivîsîne û wergerandine. Lîsansa wê ya wergêrîya zimanê îngilîzî heye û ji Holandayê bawernameya xwe ya zimanê holandî jî stendiye. Pirtûkên wê li xelatên qelem û pirtûkan ên cur bi cur, bi dehan xelat wergirtine û ji ber hinek pirtûkên wê fîlm û anîmasyon hatine çêkirin û wan jî xelat wergirtine. Pirtûka “365 Çîrok Bo Şevên Salê” yek ji berhemên binav û binirx a Mojgan Şêxî ye ku berê bi sernavê “30 çîrok 30 şev” û wek 12 cîldan çap bûye. Ev pirtûka li ber destê we cîlda wê ya ewil e.
Pirtûka “30 çîrok 30 şev” di sala 2008’an de wek pirtûka salê ya Îranê hatiye hilbijartin û xelat wergirtiye. Xelata “Pirtûka Salê ya Cumhûriya Îslamî ya Îranê” xelateke nîvdewletî ye ku her sal ji alîyê mala pirtûkan a Îranê ve tê pêşkêşkirin. Ev xelat ji bo beşên cur bi cur ên weke felsefe, derûnnasî, ol, zanistên civakî, ziman, huner, wêje, dîrok û erdnîgarîyê tê pêşkêşkirin.
| Publisher | : | Mori Publications |