
Sebrî Omer - Dîrok û Serpêhatiya Êzidiyekî
Di wê demê temenê min nû bibû neh sal. Birayê min ê mezin, Emer, li welatekî din bû. Bavê min kuştibûn û li derdora me qet teşqele û şer kêm nedibûn. Diya min a jinebî bûbû mezin û rêvebira mala me û hemû barên malê û yên debara jiyanê, ya me -xwîşk û bira- ketibû stûyê wê. Lewma êdî neçar mabû û nizanîbû çi bike, lê di dawiyê de dîsa biryara revê, koçê û barkirinê da, ji bo karibe zarokên xwe ji teşqele û belayan rizgar bike û bigihîne hev.
Pîr Sebrî Omer di vê berhemê de ji dil diaxife, rastiyên dîrokî radixe rûyê zemanan.
Çavkanî: Ji zargotinê bûye nivîs û hatiye nûkirin.
Weşana Ewil: Akademiya Êzîdiyan, 2022, Almanya.
Nivîs: Pîr Sebrî Omer, Xatab Omer, Christopher Thiel
Girênindeyên Almanî
Laura Marquardt, Hêvî Omer,
Şêwirmendiya zanistî ya Akademiya Êzîdiyan
Publisher | : | NA PUBLICATIONS |