Seta Arjen Arî  - Hemû Berhem

Seta Arjen Arî - Hemû Berhem

(0) Comment - 0 Point
Author
Stock
0 Piece
Stock code
SOR004
Stock status
Out of stock
Yayınevleri
Price
300,00 TL + VAT
*starting from 47,81 TL!
%15 discount
300,00 TL
255,00 TL

Ji 10 pirtûkên Arjen Arî pêk tê. Hemû berhemên wî ne

 

1- Efendîno

2- Şêrgele

3- Eroûtîka

4- Çil Çarîn

5- Heftê û Du Nefî

6- Ev Çiya Rûspî ne

7- Şi'îr û Sînor

8- Ramûsan Min Veşartin Li Geliyekî

9- Destana Kawa û Azhî Dehaq

10- Gorî û Bindest

 

 

Arjen Arî yê ku di sala 2012an de hêj di 56 saliya xwe de ji ber nexweşiya penceşêrê koça dawî kir li dû xwe gelek berhemên hêja hiştin. Şairê nemir xwedî 9 dosyeyên helbestan e. Ev 9 dosye, Weşanxane û Çapxaneya Evrenselê ku di sala 2016an de bi biryarnameyeke di hukmê qanûnê de hate girtin jî tê de, ji aliyê çend weşanxaneyên cuda ve hatin çapkirin. Cara ewil hemû helbestên wî bi hev re, weke setekê ji aliye Weşanên Sor ve hatin çapkirin.

Di nav vê setê de kitêbên bi navê ““Şêrgele”, “Ev Çiya Rûspî ne”, “Ramûsan Min Veşartin Li Geliyekî”, “Eroûtîka”, “Çil Çarîn”, “Efendîno”, “Destana Kawa û Azhî Dehaq”, “Heftê û Du Nefî” û “Şi’îr û Sînor” hene.

Helbestên wî piştî salên 1980yî bûn kelehên berxwedanê. Bi rêya helbestan tim li hemberî dagirkerên welatê kurdan serî rakir û banga berxwedanê kir; wekî di helbesta xwe ya bi navê Ev Çiya Rûspî ne de gotiye:

me lome nekir ji wan 

na na, û ne ji yekî! 

navê lawê xwe kiribe Sîpan kurdekî 

me lîland 

loma, bi Sîpan in stranên me 

ka bistrê, heyran!

 

Arjen Ari kî ye?

Di sala 1956an de li gundê Çalê yê bi ser Nisêbînê ve hate dinyayê. Dibistana seretayî û navîn li Nisêbînê kuta kir. Di sala 1979an de ji Zankoya Dîcleyê, ji beşa Zimanê Tirkî mezûn bû. 

Helbestên wî di kovarên weke Berbang, Tîroj, Kurdistan Press, Nûdem, Çira, Rewşen, Nubihar, Gulistan, Kevan, Peyv, Nûbûn û Karwan de hatin weşandin. Di sala 2004an de yek ji avakarên Komeleya Nivîskarên Kurd bû li Amedê. 

Di 30ê Cotmeha 2012an de ji ber nexweşiya penceşêrê çû ser dilovaniya xwe û li Goristana Yenikoyê ya li Amedê hate definkirin. 

 

Publisher : Sor Kitap
Number of pages : 750
The heart : Kürtçe
Be the first to review this product!
Price information, pictures, product descriptions and other issues that you find inadequate points you can send us using the suggestion form.
Thank you for your comments and suggestions.
Seta Arjen Arî - Hemû Berhem Ji 10 pirtûkên Arjen Arî pêk tê. Hemû berhemên wî ne1- Efendîno2- Şêrgele3- Eroûtîka4- Çil Çarîn5- Heftê û Du Nefî6- Ev Çiya Rûspî ne7- Şi'îr û Sînor8- Ramûsan Min Veşartin Li Geliyekî9- Destana Kawa û Azhî Dehaq10- Gorî û BindestArjen Arî yê ku di sala 2012an de hêj di 56 saliya xwe de ji ber nexweşiya penceşêrê koça dawî kir li dû xwe gelek berhemên hêja hiştin. Şairê nemir xwedî 9 dosyeyên helbestan e. Ev 9 dosye, Weşanxane û Çapxaneya Evrenselê ku di sala 2016an de bi biryarnameyeke di hukmê qanûnê de hate girtin jî tê de, ji aliyê çend weşanxaneyên cuda ve hatin çapkirin. Cara ewil hemû helbestên wî bi hev re, weke setekê ji aliye Weşanên Sor ve hatin çapkirin.Di nav vê setê de kitêbên bi navê ““Şêrgele”, “Ev Çiya Rûspî ne”, “Ramûsan Min Veşartin Li Geliyekî”, “Eroûtîka”, “Çil Çarîn”, “Efendîno”, “Destana Kawa û Azhî Dehaq”, “Heftê û Du Nefî” û “Şi’îr û Sînor” hene.Helbestên wî piştî salên 1980yî bûn kelehên berxwedanê. Bi rêya helbestan tim li hemberî dagirkerên welatê kurdan serî rakir û banga berxwedanê kir; wekî di helbesta xwe ya bi navê Ev Çiya Rûspî ne de gotiye:…me lome nekir ji wan na na, û ne ji yekî! navê lawê xwe kiribe Sîpan kurdekî me lîland loma, bi Sîpan in stranên me ka bistrê, heyran!Arjen Ari kî ye?Di sala 1956an de li gundê Çalê yê bi ser Nisêbînê ve hate dinyayê. Dibistana seretayî û navîn li Nisêbînê kuta kir. Di sala 1979an de ji Zankoya Dîcleyê, ji beşa Zimanê Tirkî mezûn bû. Helbestên wî di kovarên weke Berbang, Tîroj, Kurdistan Press, Nûdem, Çira, Rewşen, Nubihar, Gulistan, Kevan, Peyv, Nûbûn û Karwan de hatin weşandin. Di sala 2004an de yek ji avakarên Komeleya Nivîskarên Kurd bû li Amedê. Di 30ê Cotmeha 2012an de ji ber nexweşiya penceşêrê çû ser dilovaniya xwe û li Goristana Yenikoyê ya li Amedê hate definkirin.  SOR004
Seta Arjen Arî  - Hemû Berhem

Recommend

*
*
*
IdeaSoft® | Akıllı E-Ticaret paketleri ile hazırlanmıştır.