-25 % Out Of Stock Ferhenga Termên Matematîkê

Amadekirina Ferhenga Termên Matematîkê, di sala 2011an de dest pê kir. Û gir û girover di nav çar salan de xebat çû serî. Di binavkirina termên (navên têgihî) ên matematîkê de, me car caran mantiqa Kurdî car caran jî mantiqa Matematîkê da pêş û di ser wan re term û nav ava kirin. Her wiha, heta ku ji me hat me xwe gihand xebatên ku berî vê xebata me hatine kirin û me kelk û sûd ji wan wergirt. Ez dikarim bêjim, ji % 10 termên di nav ferhengê de ji van xebatan hatine wergirtin. Her wiha, me di amadekirina ferhengê de car caran meyla xwe da ser gotinên jiyanî ên Kurdî ku têkiliya wan bi matematîkê re jî heye. (wekî mînak: peyva “Kuj” di Kurdiya jiyanî û aktuel de, tê wateya goşe; loma jî me ji bo “köşe-angle” peyva “kuj” bi kar anî. Û ji vê jî, peyva “açı-angle” wekî “kujî” ava kir.

Her wiha di warê çar kirarên sereke de jî me sîstemeke wiha ava kir. Wekî; Kêman-Koman-Caran-Paran (Çıkarma-Toplama-Çarpma-Bölme) Yanî me sîstemeke mantiqî û zimanî û danî danî di ferhengê de) Ferhenga Termên Matematîkê ji du beşan pêk tê; Di beşa yekem de, term (navên têgihî) wekî Kurdî-Fransî- Îngilîzî-Almanî-Tirkî hatine rêzkirin

Details
Publisher Lîs-Yayınları
Paper 374
Language Kurdish
Category Ferheng-Sözlük

Write a review

Please login or register to review

Ferhenga Termên Matematîkê

Ücretsiz Kargo

75 TL Tutarında ürün alırsanız kargonuz ücretsiz olacaktır.
  • 35.00TL
  • 26.25TL
  • Ex Tax: 26.25TL
  • Price in reward points: 4200

Tags: Ferhenga Termên Matematîkê, Dilawer Zeraq-Mem Wenda, Lîs Yayınları,

Loading...