-25 % Folklora Kurmancîyê

Xebata folklorê ku xîret û sebreke mezin jê re divê û bi hezkirin berhevkarîya wê tê kirin, ji pênûsa Hecîyê Cindî, ji devê çîrokbêj û dengbêjên Kurd ên li Ermenistanê xwe di ser zemanan re çeng kiriye û xwe gihandiye ber destê xwînerên vî zemanî.

Xwedîyê pênûsa qewî yê sedsalek li dû xwe hiştî, bi gelek hingavên pêşîn ên ji bo pêşvebirin û geşedanên zimanê Kurdî bi xîreteke mezin xebitîye. Bi romana xwe Hewarî piştî Erebê Şemo weke romanûsekî pêşîn ê wêjeya Kurdî tê hesibandin. Hecîyê Cindî bi sekna xwe ya rewşenbîrî ya ji dastan û metelokên tevgerên Kurdan wergirtî, ji bo piştgirîya hempîşeyên xwe yên Ermen ji teref Stalînî ve hatiye sizakirin û heta dawîya Umrê xwe ji cehda xwe kêlîkek jî bi şûn ve nemaye. 

 Di Folklora Kurmancîyê  de  Hecîyê Cindî zargotina Kurdî  di beşên  bi navê  Afirandinêd Êpîkîyê, (Mem û Zîn, Binevşa Narîn, Sêva Hecî, Xelîlê Birazî, Lawikê Kêrê, Ferxê û Sitîya Ala, Ûsiv û Xezal, Xatê Xanim, Dimdim/Xanê Kurdan, Elîyê Xarzîya, Karvan Rabû, Rûdeve, Koroxlî û Polîbeg, Davîtê Sasûnê) Çîrok û Mijûlî, Kilamêd Hizkirinê (evîntîyê), Kilamêd Govendê, Metelok, Têderxistinok, Zûgotinok, Efrandinêd Wextê Sovêtîyê berhev kiriye. . Hecîyê Cindî ji bo berevkirina van berheman gişan bi dehan mirovên Kurd re hevdîtin û qeydkirin/nivîsandina ji dengan kiriye.    

Zargotinzan, nivîskar, akademîsyen, rojnamevan,wergêr, ferhengzan û rewşenbîrê Kurd Folklorzanê mezin  Hecîyê Cindî bi Folklora Kurmancîyê  bo qewîkirina nivîsa Kurdî ya îroyîn jî dergehên nû vedike.


.


Details
Publisher Lis-Yayinlari
Paper 528
Language Kurdish
Basım Yılı 2016

Write a review

Please login or register to review

Folklora Kurmancîyê

Ücretsiz Kargo

75 TL Tutarında ürün alırsanız kargonuz ücretsiz olacaktır.
  • Views: 26

  • 28Quantity Sold
  • Yayınevi:
  • Satıcı: Pirtukakurdi
  • Urun Durumu:Sıfır
  • ISBN:9786059295253
  • Kategori
  • Product Code: LS0306
  • Reward Points: 100
  • Availability: In Stock
  • 50.00TL
  • 37.50TL
  • Ex Tax: 37.50TL
  • Price in reward points: 6000

Tags: Folklora Kurmancîyê, heciye cindi, Lis Yayınları, weşanen lis, pirtukxaneya ehmedê xani, folklora kurmanca,

Loading...